Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdilrihman Mustefa bi hevaltiya Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdilmecîd Berekat duh sêşemê, navenda Dezgeha Giştî ya Pirkirina Tovên Dexl û Dan a şaxê Elraî vekirin.
Û di rêuresma vekirinê de Razgirê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilbasit Ebdilletîf, û endamin ji Desteya Siyasî û ya Giştî, serokê encûmena xwecihî ya bajarê Elraî û hejmarek ji serokên parêzgeh û encûmenên xwecihî û çalakvanên medyayî û civakî amade bûn.
Û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî xebata dezgeha Pirkirina Tovên Dexl û Dan bilind nirxand, ji ber rola wê ya sereke di başkirina tov û çêkirina berhemên çakkirî yên bi kalîteyekî baş da ku cotkar di warê başkirin û pêşxistina berhemên xwe yên çandiniyê yên cubecur de li deverên rizgarkirî sûdê jê werbigirin.
Û Wezîrê Çandiniyê Endezyar Hayil Ehmed Xilêf diyar kir ku erkê Dezgeha Pirkirina Tovên Dexl û Dan a girêdayî Wezareta Çandiniyê ew e ku cureyên genimê Sûrî yê pêbawer zêde bike û li gor girêbestên pirkirinê li ser cotkaran belav bike.
Û bal kişand ser wê yekê ku ev navenda ku li bajarê Elraî hatiye vekirin, ji sê beşan pêk tê, beşa yekem beşa bêjingkirina tov û dermankirina wî ye, pişt re dê li gorî girêbestên bi armanca pirkirinê li ser cotkaran bê belavkirin, bi vê yekê cotkar sûdê dibîne ji ber ku tovên qenc û bê nexweşî û xwedan berhemek bilind li gorî şert û mercên jîngehê ji jêderên pêbawer werdigire.
Û Wezîr amaje bi wê yekê kir ku beşa duyem a navendê beşa şitilxaneya çandiniyê ye, ku piraniya darên pêwîst ji bo cotkaran lê hene, her wiha beşa sêyem ku jê re Beşa Makînekirina Çandiniyê tê gotin, ya ku têde komek ji amûrên çandiniyê hene, makîneyên ku dikarin bi bihayekî kêm ê li gor xerciya lê diçe xizmeta cotkaran bikin.
Û Wezîrê Çandiniyê diyar kir ku hejmarek ji navendên Saziya Giştî ya Pirkirina Tovên Dexl û Dan li deverên rizgarkirî wek Mari, Ezaz û Babê belav bûne, her wiha gelek wêstgehên pirkirina çandiniyê li Efrîn û Ezazê hene, û tekez kir ku Wezareta Çandiniyê hewl dide ku van navendan bi pêş bixe, da ku xizmetguzariyan bi şêweyekî tam ji cotkarên deverên rizgarkirî re pêşkêş bike.
Û Rêvebirê Giştî yê Saziya Giştî ya Pirkirin û Embarkirina Tovan Endezyar Me’en Nasir diyar kir ku navenda nû ya Elra’î bi rûbera yek hektarî ye, û navend tovên genim çêdike û diparêze, û bi karê embarkirina tov û bêjingkirinê û belavkirina wan li ser cotkaran radibe.
Û bal kişand ser wê yekê ku navend xizmeta mîkanîkirina çandiniyê pêşkêşî cotkaran dike, û di navendê de şitilxaneyek çandiniyê heye, ji bo berhemanîna şitlên biber û yên daristanî û yên herî girîng têde darên zeytûnê û mêw û fistiqên helebî ne, û tekez kir ku sazî kar li ser xurtkirina karînên hevrêziyê bo piştgiriya cotkaran û dabînkirina tovên başkirî dike, ji bo zêdekirina berhemên çandina tov û şitlan garantî bike, û alavên pêwîst ên çandiniyê dabîn bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî