Endamê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Eymen Elasimî, dît ku gunehbarkirina tawankar Rif’et Esed ji aliyê Dadgeha Firensî ve pêngaveke erênî ji bo pêkanîna dadweriyê ye, û riya dadgehkirina tawanbarên cengê û talankerên mal û milkên gelê Sûriyê ji dehên salan ve vedike.
Û Elasimî di daxwiyaniyin taybet de, got ku du encamîn erênî yên vê pêngavê li nava kolana Sûrî hene, yek jê gihiştina baweriya ku maf bi derbasbûna demê re namire, û ya dûyem hêviyê dide bicîkirina dadmendiyê û sizakirina her kesê ku tawan dermafê gelê Sûriyê pêk anîne, û bi dirêjiya salên bûrî malûmilkên wan talan kirine.
Û Elasimî got ku gelê Sûriyê hêvîdar bû ku dadgehkirinin dîtir yên girêdayî tawanên qirkirinê yên ku tawankar Rif’et Esed di dema ku di nav desthilatê de bû pêk anîne derketibana, ne tenê dadgehkirinên têkildarî gendeliyê, û bal kişand ser ku ji bo ku dadmendî temam bibe, divê pereyên hatine dizîn li gelê Sûriyê vegerin, ji ber ku ew xwedanê maf e, di riya nûnerê gel yê rewa Hevbendiya niştimanî ya Sûrî re, ya danpêdan ji aliyê navdewletî ve wek nûnerê gelê Sûriyê pê heye.
Û dadgeheke Firansî roja pênşemê biryarek dermafê tawanbar Rif’et Esed pesend kir, bi tawana bidestxistina milkên Firansî bi milyonên EUROyan di riya bikaranîna pereyên ku ji dewleta Sûriyê hatine veguheztin, piştî çend salan ji dadgehkirin û rêşûnên aloz.
Û ew biryar li gor biryara dadgeha redkirinê bû, ya ku piştî pêvajoyeke dirêj ku têde kujer îtîrazên cûrbecûr pêşkêş kiribûn, û 4 sal cezaya zindankirinê lê hatin birrîn, li gor dadgeha destpêkî ya Parîsê di 17ê Hezîrana 2020an de, û dûv re dadgeha jinûdestpêkirinê di 9ê Îlona 2021 de heman hukum dayê.
Û girûpa “Şîrba” ya ji parêzerên mafên mirovan pêk tê û cihê wê li Fransayê ye, û giliya wê bû sedema destpêkirina rêşûnan di sala 2013an de, got ku pereyên Rif’et Esed yên li Fransayê yên ku di dema dozê de dest li ser wan hatibû danîn, dê bi temamî jê werin standin.
Tê zanîn ku tawankar Rufet Esed par vegeriya Sûriyê piştî ku nema karîbû mal û milkên xwe yên li Firansa bikar bîne, û ew vegera wî a yekemîn bû bo Sûriyê piştî ku di sala 1984an de li gel 200 alîgirên xwe ji Sûriyê derketbû.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî