Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekez kir ku gelê Sûriyê pê zane cîhana azad kare bihêle tewankar tewanên xwe rawestînin, lê viyan ji bo pêkanîna wî karî li rex wan tune ye, û got ku dagîrkariya Rûsî, ragihandina agirbestê tenê wek derfeteke nû ji bo rêvebirina komelkujiyên xwe û veguhestina alavên kuştinê ji aniyeke şer ber bi yeke din ve dibîne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxiyaniya xwe de, duh êvarî, got ku tewan dijî gelê Sûriyê rojane pêk tên, bêyî ku ti aliyekî navdewletî bilive, û çavdêriya rêkeftinan bi tenê, ne nîşana guhdana çareseriyê û rawestandina kuştinê ye, bi qasî ku bûye şêweyek ji şêweyên veşartina tewankariyan.
Û Hevbendiyê got ku dawîtirîn tewana dagîrkariya rûsî û îranî, dohî bû, bi kuştina 28 sivîlan, yên zarok û jin di nav wan de hebûn, herweha bidehan kes birîndar bûn , bi êrîşkirina li ser gundên Heleb û Idlibê.
Û Hevbendiyî anî ziman ku bêguman dê ev tewan têkevin lîsteya reş a tewanên Rûsiya û Îrana hevpara wê û rijêma Esed a peyrewa wan, û daxwaz kir ku divê cîhana azad xwe neke dîdevanek sexte ya van tewankariyan, û gelê Sûriyê naxwaze civaka navdewletî bêdeng bimîne û derdeseriya wî mezintir bibe.
Û Hevbendiya Niştimanî biryarin cidî û vebir ji cîhana azad xwestin, ji bo rawestandina tewanên Rûsya û îran û rêjîma Esed dermafê gelê Sûriyê, û got ku gelê Sûriyê naxwaze civaka navdewletî bêdeng bimîne ji ber ew êşên wan zêde dike, lê gel bi hêvî ye ku cîhana azad helwesteke sincî û exlaqî û biryarin vebir û tund bistîne, û qesabxaneya ji berî 9 salan de berdewam e rawestîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî