Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulhekîm Beşar daxwaz kir ko kesên tawankariya çekên kîmawî li Xan Şêxûn li parêzgeha Idlib pêk anîne ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve bêne şandin.
Beşar di kongirekî rojnamevanî de ko li Istanbulê nîvroja îro lidar xist got: “tiştê ko doh sêşembê li Xan Şêxûn çêbû, gerek bihêle civaka navdewletî awayê danûstandina xwe bi rêjîmê re biguhere ”. û ji birêveberiya Emerîkî ya nû bi taybetî daxwaz kir ko siyaseteke tund li himber rêjîmê bistînin, piştî wê siyaseta lawaz ya ko birêveberiya berê dimeşand, ya ku hişt rêjîm tawankariyên xwe pirtir bike.
Her weha Beşar daxwaz kir ko navê rêjîma Esed têkin lîsteya tawankarên cengê de, û biryarek ji Netewên Yekbûyî derkeve ji bo yên ko tawankarî kirine û yên ko ferman dane wan û yên ko piştgiriya operasiyonên bombebarana li Xan Şêxûn kirine siza bibin, û ev dose û tevlî yên berî wê jî, ber bi dadgeha tawankariyên navdewletî ve bêne şandin, û dibîne ko “çi sistbûn wê bihêle rêjîm bêtir tawankariyan bike”.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî wêneyên cihên bombebarankirî û wêraniya ko çêkiriye û wêneyên zarokên ko bi encama xeniqandina bi gazên kîmawî jiyana xwe ji dest dane pêşdîtin kirin.
Û Beşar pirsiyar kir ko “çi cudahî di navbera tiroristekî xwe diteqîne û yekî ko fermana bombebarankirina sivîlan dide de heye”, û tekez kir ko “tawankariyên rêjîmê ji yên rêkxistina Daişê û hemû rêkxistinên ko civaka navdewletî wan dibîne tirorist bi gelekî mezintir in ”
Û li ser bandora vê yekê li ser operasiyona siyasî, Beşar got: “em zanin ko rêjîm guh li çareseriya siyasî nake, lê tiştê ko bû, ne bi Sûriyê tenê ve girêdayî ye, lê belê civaka navdewletî têxe ber beraberiyekê ku çareseriya siyasî divê bi çûna Esed pêk bê, û ew ber bi dadgeha navdewletî ya tawankariyan ve bête şandin”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî