Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cext kir ku Êrîşên ku dagîrkerê Rûsî li ser leşkergeha devera Eldiwêle ya gundewarê Idlibê duh pêk anîne, wek binpêkirineke yekser e ji rêkeftina girêdayî agirbesta tam û operasyonên dijminkarîyê re li devera kêmkirina şer ya çaremîn li bakurê Sûriyê.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe ya duh de got ku balefirên Rûsî dijminkariyeke tewankar li ser leşkergeheke girêdayî Artêşa Niştimanî ya Sûrî pêk anî, û bû sedema şehîdbûna bi dehan ji şervanan û pirosesên veguhastina birîndaran hîn berdewam e, û ji bo xwînbexşînê bangê li welatiyan dikin
Û bal kişand ku bombebaranê gundê Eldiwêle û kampa di gund de jî daye ber xwe, ew jî bû sedema birîndarkirina hejmarek ji xelkên sivîl, û hîn bi dehan jî di bin cihên rûxandî de mane.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku dijminkariya dagîrkerê Rûsî derveyî çaeçoveya çi rûbirûbûn an livên leşkerî an gurkirin ji aliyê Artêşa Niştimanî ya Sûrî ve hat, ew jî tê wateya ku aliyê rêkeftin li xwe girtiye ew bi xwe aliyê ku binpêkirinan dike û gefê dide ku bi awayekî ber bi dawiyê ve bibe û rêkeftinê birûxîne.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji civaka navdewletî kir ku helwesteke vebir bistîne, û dijminkariya Rûsî û binpêkirinên wê yên bi awayekî cidî gefê didin ser berdewamiya rêkeftinê şermezar bike, ji ber ku asoyên gurkirinê berve cihên nedyar ve dike.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî cextê li ser pêwîstiya danîna sînorekî ji van dijminkariyên rojane re, yên ku her roj ji aliyê Rûsiya û milîsên Îranî ve dermafê sivêlan li deverê gurtir dibe kir, û hişyarî da ji metirsiyên rasteqîn ên ku sînorên wê nayên texmînkirin û asta ku dê rewşê bighînê ger lîstina bi rêkeftinê berdewam bike û binpêkirin bidomin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî