Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, qehremaniya Kûpa Şoreşa Sûrî ya fotbolê bi dawî kir, û herdû tîmên gihiştine dawiya pêşbaziyê, tîma Elselam ya Olompî û tîma Nesir ya Werzişî bûn.
Û di pêşbaziya kotahiyê de Serokê Hebendiya Niştimanî D. Nesir Elherîrî, û Cîgira Serok Ruba Heboş û Hevrêzkarê Ofîsa Sendîke û Yekîtiyan, Ebdimejid Berekat, û Endamê Desteya Siyasî Salim Elmislit, û Rêvebirê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li Îyaleta Gazî Entab Mihemed Elşemalî, û Emîndarê Giştî yê Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî, Ehmed Cemîl Elelî, û Serokên Ofîsên Komîteyê li Îyaletên corbecor amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî gotinek arasteyî werzişvanên Sûrî kir, têde tekezî li ser rola wan ya girîng di veguhastina doza gelê Sûrî bo tevaya cîhanê kir, da nûnertiya şoreşa Sûriyê bi baştirîn reng bikin.
Û cextî li ser pêwîstiya berdewamiya qehremaniyên werzişî yên tekeziya pêgiriya gelê Sûrî bi hêvî û jiyanê dikin kir, û got ku ew pirensîpên rizgariyê ji sitemkarî û dagîrkerên Rûsî û Îranî hildigrin.
Û di dawiya pêşbaziya ku tîma Nesir a werzişî têde bi ser ket, bi encama du golan bi yekî, Serokê Hevbendiya Niştimanî tîma serkeftî xelat kir, li kêlek hejmarek ji werzişvanên Sûrî û di nav de kaptên Merwan Muna lîstikvanê berê yê tîma Sûriyê û yaneya Hetîn.
Hêjayî gotinê ye ku ev qehremanî di 27 îlona derbasbûyê de di bin navê Kûpa Şoreşa Sûrî li Îyaleta Gazî Entab ya Tirkî û bi rêxistinkirina Komîteya Olompî ya Niştimanî ya Sûrî birêketibû, û 16 tîmên nûnertiya îyaletên başûr dikin, yên hejmareke mezin ji Sûriyan lê dijîn, beşdar bûn, û pêşbirk bi sîstema derketina yê têkçûyî lidar ket.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî