Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê ji NY daxwaza pêşkêşkirina piştgiriya tekûz bo sivîlên ji şerên li parêzgeha Dêrazorê direvin û misogerkirina parastina wan kir, û herwiha daxwaz kir ku rê bête dan bo xelkê wê ji bo rizgarkirina parêzgeha xwe û rêvebirina navçeyên xwe di paşerojê de.
Ev yek hat di dawiya workşopekê de ku ji aliyê Hevbendiya Niştimanî li bajarê Rihayê “Orfa” di herdu rojên yekşem û duşemê (15- 16) de bi amadebûna serkirde û nûnerên çalakiyên leşkerî û sivîl yên parêzgeha Dêrazorê hatibû lidarxistin.
Di workşopê de çend pêşniyar ji aliyê beşdarbûyan ve hatin danîn piştî dabeşkirina wan li ser sê komîtan ji bo giringîdana bi biwarên siyasî û rêveberiya sivîl û leşkerî û alîkariya mirovî ya xwarinê û sivîl.
Beşdarbûyan daxwaza bêlakirina sivîlên reviyayî ji şerên parêzgeha Dêrazorê û dabînkirina parastinê ji bo wan kirin, û berpirsyaretiya parastina wan dan ser milê Rûsiya û Amerîka.
Herwiha Amerîka û Firinsa û Birêtaniya handan ji bo rabin bi serdaneke bilez bo kampên awareyên parêzgeha Dêrazorê yên bi “kampên mirinê” binavlêkirin, bi sedema rewşa wan kampan ya tirajîdî ji her aliyekê ve, û daxwaza wan ji bo hersê dewletan hat ji ber ku di demekê pêştir de hersê dewlet çûbûn serdana kampên li jêr desthilata hêzên “QSD”.
Û daxwaza dabînkirina kirîdorên mirovî yên aram kirin ji bo sivîlên direvin ji şerên bi serkêşiya Rijêmê bi piştgiriya Rûsiya ji aliyekê û ji aliyek din ji şerê hêzên ” QSD” yên bi piştgiriya Waşinton.
Ji aliyê wan pêşniyarek hat ji bo destnîşankirina navçeyekê ji bo komkirina hêzên Dêrazorê li bakurê Sûriyê, û herwiha dûvçûna pirosêsa rêxistin û yekxistina wê di nav refên artêşa azad de bête kirin, û tekezî li ser giringiya rizgarkirina parêzgehê li ser destê xelkê wê û şermezarkirina kiryarên kuştinê yên neberpirsyar di derheq sivîlan de kirin.
Herwiha daxwaza dirustkirina odeyeka oparesyonan bi tevlîbûna sercem hêzên Dêrazorê bi nûnertiya Hevbendiya Niştimanî û piştgiriya hikûmeta demkî kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî