Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê di 48 demjimêrên dawî de bi dehan xort bi armanca leşkeriya neçar li gundewarê bajarê Efrînê girtin û birin kampên xwe yên leşkerî li gor ku çalakvan Mihemed Hesen ji me re ragihand ku”çekdarên PYDê bêtirî 45 xortan li bajarokên Bilbilê û Mabetan û Raco û Basûtê ji bo leşkeriya neçar girtin û birin kampên xwe yên leşgerî û gelek ji gundiyan xortên xwe direvînin ser çiyayên Efrînê.“
Her wiha Hesen diyar kir ku çekdarên PYDê dixwazin ku hêzeke leşkerî mezin li herêmê ava bikin, û bal kişand ku xelk di wê tiresê de ne ku şerek li derdora Efrînê rûbide.
Hêjayî gotinê ye ku bi sedhezaran hemwelatiyên kurd ji ber kiryarên PYDê û bi taybetî ji ber leşkeriya neçarî ji welat ber bi Herêma Kurdistana Îraqê û Tirkiyê û Ewropa ve koçber bûne.
Jêder: Beşê Kurddî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê