Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê daxwaz ji NY û encûmena ewlehiyê kir ku “bêdesthilanîn nemînin li hember tawanên şer yên di derheqa sivîlên Dêrazorê de dibin “, û kiryarên “bidarvekirina bikom” û girtina di derheq sivîlên di navçeyên desthilata rêxistina DAIŞê dijîn de ya ji aliyê rijêma Esed dibe şermezar kirin.
Rêxistina Dêrazorê24 got ku kiryarê bidarvekirina meydanî li gundewarê Dêrazorê yên li dijî sivîlan ji aliyê hêzên Esed hatine encamdan, û got ku îro roja sêşemê heman hêz rabûn bi darvekirina “Ibrahîm Xelef Elhdros” û “Alî Elsilêman Eldibil” ji bajarokê “Biqris”, û herwiha rabûn bi girtina bi dehên sivîlan di nav maleka heman bajarokî de bi behaneya karkirina wan ligel DAIŞê.
Ku ji aliyê vê rêxistina serbixwe ya radibe bi dîkomîntkirina binpêkirinên li Dêrazorê, li demekê pêştir gotibû ku kiryarên qirkirinê li bajarê ” Elmeyadîn” piştî derbasbûna hêzên Rijêmê û milîşiyên Îranê li nav bajêr hatine pêkanîn, û hişyarî dabû ji pêkanîna bidarvekirinan li paşerojê li wan navçeyên bikevin di destê wê de.
Têzanîn ku li parêzgeha Dêrazorê û bi armanca standina parêzgehê ji destê DAIŞ, şerên dijwar dibin li parêzgehê bi serkêşiya Rijêmê bi piştgiriya Rûsiya ji aliyekî û ji aliyek din ji şerê hêzên ” QSD” yên bi piştgiriya Waşinton, û ev şer bûne sedema kuştina bi sedên sivîlan ji ber bombebarankirina bitewş û êrîşên bejayî yên hin aliyan li navçeyên nişteciyan, ku ev yek bûye sedema koçberkirina bi hezarên xêzanan li çol û biyabanê û li “kampên mirinê” ligor navlêkirina çalakvanan.
Herwiha ku workşopek ji aliyê Hevbendiya Niştimanî li bajarê Rihayê “Orfa” di herdu rojên yekşem û duşemê (15- 16) de bi amadebûna serkirde û nûnerên çalakiyên leşkerî û sivîl yên parêzgeha Dêrazorê hatibû lidarxistin ji bo gengeşekirina rewşa mirovî û leşkerî û medenî li parêzgehê.
Û beşdaran di dawiyê workşopê de daxwaza bêlakirina sivîlên reviyayî ji şerên parêzgeha Dêrazorê û dabînkirina parastinê û peydakirina kirîdorên mirovî yên aram ji bo sivîlên direvin kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî