Girtiyên zindana Hums ya navendî dîsa di hindirê girtîgehên xwe de îro yaxî kirine, û red kirine ko hevalên xwe radestî “dadgeha tiroristiyê” ya bi ser rêjîmê ve bikin, ya ko ew bi şeş sal zindan ceza kirine.
Girtiyan di daxuyaniya xwe de ya li ser malperên danûstandina civakî belav kirine, tirsa xwe diyar kirine ko hêzên rêjîmê yên ko zindan dorpêç kirine û hewil didin derbasî cihê girtiyan bibin û teqîn û bombeyên gazê bikar anîne.
Girtiyan daxwaz kir ko civaka navdewletî û rêkxistinên mirovî û yên navnetewî zû têwerdanê bikin tako endamên rêjîmê rawestînin û kar bikin ji bo berî çi danûstsandinê bi rêjîmê re wan ji zindanê derînin. Di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku hemû sozên berê yên berdana wan ji zindanê derew derketin, û pesnê wan bi (li ber bayî çûn) dan.
Hejmara girtiyan di zindana Hums ya navendî de 550 girtî ne, piraniya wan girtiyên nerînê ne rêjîmê ew ji destpêşka şoreşa Sûrî adara 2011ê ve girtine.
Girtiyan got ko birêveberê zindanê Emîdê di artêşa rêjîmê de Bilal Silêman, ferman da ko av û kehrebê ji ser tevaya zindanê qut bikin, destnîşan kirin ko hewildanin nû hene hêzên rêjîmê dixwazin dîsa têwerdana zindanan bikin.
Rêkxistinin navdewletî yên serbixwe rêjîma Esed bi pêkanîna tawankariyên cengê derheqê girtiyan de tawanbar kirine. Rêkxistina Hiyûmen Rayits Wotş behsa operasiyonên êşkenceyê û hovîtiya derheqê girtiyan de dibe kir, û diyar kir ko rêjîm sotangehan bikar tîne ji bo ji kelaxên girtiyan piştî mirina wan xilas bibe
Toreya Sûrî ya mafê mirovan 117hezar girtiyên Sûrî bi nav belgeh kirine ko ji destpêka şoreşa Sûriyê ve ew girtine, diyar kir ko texmînên wê dibêjin hejmar di ser 215hezaran re ye.
Efserekî Sûrî yê ji rêjîmê cuda bûye bi navê “Qeyser” 55hezar wêne yên operasiyonên êşkencekirinê ji zindanên rêjîmê derxistine. Vekolînerên navdewletî gotin wêne diyar dikin ko 11hezar qurbanî li jêr eşkenceyê ne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî