Mûzexaneya “Holokost” ya li paytexta Emerîkî Waşinton, gumlikek girtiyekî Sûrî taqî dike ko navên girtiyin firqa çaran ya bi ser rêjîma Esed ve bi xwîn û zingarê li ser hatine nivîsandin, ew gumilkê ku çalakvanê mafnasiyê Mensûr Elomerî ew eşkere kiriye.
Elomerî ji malpera Eneb Beledî re got ko mûzexaneyê bi hevkariya pirojeyê “Lazaros” ew gumilk vekolîn kiriye û navên girtiyan yên bi xwînê û zingarê hatine nivîsandin bi teknîneke herî nûjen li ser dîtine.
Elomerî got ku giringiyek mezin ya vî pirojeyî heye, ji aliyê agahdarkirina raya giştî ya cîhanî bi êşkenceya di girtîgehên rêjîmê de dibe û hezarên binpêkirinên din yên rêkxistinên mafnasiyê yên xwecihî û navdewletî belgeh dikin.
Amanca projeyê Lazros ew e ko navê hemû girtiyên veşartî di zindanên Esed de diyar bike û ji kesûnasên wan re yên ko tiştekî ji çend salan ve li ser wan û cihê wan nizanin bêjin.
Û berê jî mûzexaneya Holokost a li Waşinton di heyva tebaxa sala borî de gumlik salekê şanî hevwelatiyên Emerîkî dabû tako derdê girtiyên di zindanên Esed de hatine veşartin ji raya giştî re derxîne.
Elomerî gava sala 2013ê ji zindanê derket parçak ji gumlikekî bi xwe re derxist ku navê 80 girtiyên firqa çaran bi xwîn û zingarê û bi bikaranîna hestiyên mirîşkan li ser hatibû nivîsandin.
Girtî di zindan û şaxên ewlekariyê yên rêjîma Esed de bi awayekî hovane têne êşkencekirin û di encamê de gelek kes mirine û hin jê bi nexweşiyên demdirêj ketine, her weha bêparbûna ji xwarin û dermanan û çareseriya pêwîst.
Li gora toreya Sûrî ya mafê mirovan hejmara girtiyan yên bi nav hatine belgekirin 106 hezar kes in, 80% ji wan bi kotekî hatine binçavkirin û tore texmîn dike ko hejmara wan bêtir ji 215 hezar girtiyî ye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Eneb Beledî