Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit, tekezî li ser pêwîstiya yekrêziya Encumena Ewlekariyê ya Navdewletî derbarê pirojebiryara dirêjkirina derbaskirina alîkariyên mirovî di riya tevaya dergehên sînorî re bo Sûriyê kir, û hişyarî da ji hiştina rijêmê ku derdeseriyên sivîlan bi keysebazî bikar bîne, û fişarên siyasî bo berjewendiyên xwe yên taybet bisepîne.
Û Elmislit di daxwiyaniyên taybet de îro roja înê, cext kir li ser piştgiriya pirojeya biryara ku ji hêla Berazîl û Siwêsra ve bo Encumena Ewlekarî ya Navdewletî pêşkêş bûye, ya derbarê dirêjkirina karspartina gihandina alîkariyên mirovî yên navdewletî bo bakur rojavayê Sûriyê di riya sînor re bo heyama 12 heyvan.
Û Elmislit daxwaza zêdekirin û berfirehkirina çarçoveya alîkariyên mirovî yên pêşkêşkirî kir, da ku pêdviyên bingehîn û awarte dabîn bikin, nemaze di warê penageh, xwarin,fêrkirin, tenduristî û xizmetguzariyan de, bo derbider û rûniştiyên li wan deveran.
Û Elmislit bal kişand ser ku riftarên rijêma Esed û hevparên wê bûn sedema mezintirîn bobelata mirovahî li cîhanê piştî cenga cîhanî, û bû gef li ser maf û ewlehiya bi melyonan Sûriyên ku li bakurê Sûriyê dorpêçkirî ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî