Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreşê û Rikberiya Sûriyê got ku bi sedema bombebarana hêzên rêjîmê û Rûsya li ser gundewarê Idlib û Hemayê, sivîl li Sûriyê dikevin ber tawankariyên cengê û qirkirinê, û destnîşan kir ko ew tawankarî bersiveke guncaw ji civaka navdewletî nabînin.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe ya duşembê de daxwaz kir ko parastineke navdewletî ji sivîlan re pêk bê, û dest ji wan bernedin, bi taybetî jin û zarok, û got: ‘’ ew têne kuştin û koçberkirin û bi komelî tên qirkirina, bê ko cîhan bilive.‘’
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji dewletên çavdêriya siyasî û pişthiya peymana Idlib dikin kir, ko bi berpirsiyariyên xwe beraber vê gûrkirina bombebaranê rabin, ji ber ew dibe sedema dubarebûna bobelatên mirovî derheqê miletê Sûrî.
Bal kişand ser ku ‘’ operasiyona leşkerî ya ko rêjîm bi piştgiriya firokên dagîrkerên Rûsî û milîtanên Îranî li ser bajar û gundên gundewarê Hema û Idlibê pêk tîne, û encamên wê di rojên bûrî de şehîdketin û birîndarbûna bi dehên sivîlan e ‘’.
Daxuyaniya Hevbendiya Niştimanî salixê êrîşên Rûsî bi ‘’har in’’ da, û got ku ew êrîş ligel topbarana ku topxaneyên rijêmê pêk tînin, bûne sedema wêranbûn û derketina çar nexweşxaneyan ji kar, û hin bajar û bajarok kirine deverên bobelatkirî, di heman dema armanckirina kampan û rêçên sereke .
Desnîşan kir ko êrîşên leşkerî yên berdewam nekêmî 300 hezar kesî koçber kirine, û dibîne ko ew ‘’kirdeyeke dijminkarî û nerewa ye, û binpêkirina hemû peyman û biryaran e , û hewildaneke nû ye ji bo çareseriya siyasî bidawî bikin, û çareseriya tiroristî ya leşkerî li ser miletê Sûrî feriz bikin. ‘’
Daxuyaniyê bêtir got ku hêzên Rûsya û rêjîmê yekem roja remezanê delîve kirin bo ‘’kuştin û koçberkirinê bêtir bikin’’ , û hişyarî ji encamên operasiyona leşkerî da, û berpirsiyariya tiştê dibe û çi planên ji hêla rêjîmê û yên ko navên dagîrker li wan kir tên danîn, xist hustê encûmena ewlehiyê û rêkxistinên navdewletî.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî