Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bikaranîna hin aliyên leşkerî li bakurê Sûriyê ji çekan re ji bo çareserkirina pirsgirêkan şermezar kir, û daxwaza rawestandina yekser a pevçûnan ji hemû aliyan kir, ji bo ku xwîn neyê rijandin û destkeftên şoreşê li deverên rizgarkirî bên parastin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di daxwiyaniya xwe de got ku Şemitîna ber bi pevçûnên navxweyî de, jiyana bimilyonan ji xelkê me li deverên rizgarkirî dixe bin metirsiyê de, û metirsiyeke mezin li ser hebûna şoreşê û deverên rizgarkirî çêdike, ji ber ku hêzên rijêmê û rêkxistin û milîsên terorîst li derfeteke weha digerin, daku cihê lingên xwe li wê deverê çêbikin, jibilî ku ev rewş ziyanê dighînê şoreşa Sûriyan, ya ku gelê Sûriyê qurbaniyên pir mezin di ber de dane, û berê çekên şoreşgeran li dijminên wan be, ta bidestxistina azadiyê û ruxanidina rijêma Esed.
Û Hevbendiya Niştimanî ji hemû endam û rayedarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî xwest ku bi qasî berpisyariyê bin di parastina giyan û jiyana leşker û sivîlên lawên vî gelê gewre de, yê ku hîn derdê zordarî û piştgukirinê dikşînin.
Û tekez kir ku divê çareserkirina nakokî û arîşeyan di riya dadweriyê re be, û kesên hişmend û zana di dozên mezin de bibin hakim, û pevçûna navxweyî bi çi sedemê be neyê bikaranîn, û di heman demê de cextî li ser piştgiriya xwe ji sizakirina kesên gendel û tawankar û her kesê ku destê wî di wan dijminkariyên li ser gelê me de li deverên rizgarkirî heye di riya dadweriyê re kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî