Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî Ebdulbasit Ebdulletîf, bal kişand ser rewşa xerab ya deverên rojhilatê Ferat gihayê û bi taybet parêzgeha Dêra Zorê ji ber tundiya desthilata heyî û di dawiya wê de kuştina Şêxê Êleke Erebî.
Ebdulletîf tekez kir ku desthilata PYD ya terorîst desthilateke tekrew e û biyaniye ji deverê, û kiryarên wê di guhertina dîmuxrafî û bi çekkirina zaroka û ferizkirina rêbazên xwendinê yên li gor eydilociya PKK li dijî piransîpên deverê vê yekê şirove dikin.
Di heman mijarê de Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî behîdarî ji êla Ikêdat re derbarê kuştina Şêxê wê Mitşir Hemûd Cedan Elhifil re pêşkêş kir, û hişyarî da derbarê metirsiya gûrbûna hêrsbûna Eşîran li deverê.
Derbarê vê bûyerê hijmarek xwepêşindan li dijî milîsên PYD û rewşa xerab derketin û doza eşkerkirina kujerê şêx kirin.
Toreke xwecehî eşkere kir ku xwepêşandan li dijî PYD li Şihêl û Zîban û gundê Hewayc li gundwarê Dêra Zorê derketin û êrîşî hin rêbendên wan kirin.
Ji aliyê xwe ve Emerîka kuştina şêx Miteşer Hemûd Cedan Elhifil û armanckirina êla Igêdat şermezarkir, û rûpelê balyozxaneya Emerîkî li ser malpera civakî Fêsbûk belav kir û gotibû ku ew hestên behîdariyê ji malbata şêx Miteşer Hemûd Cedan Elhifil û malbata ajokerê wî re pêşkêş dikin, û em aramiyê ji şêx Ibrahîm re dixwazin û pêwîste kujer ji dadweriyê re werin pêşkêşkirin.
Qunsilxaneya Emerîka bal kişand ser ku tundî li dijî sivîlan nayê qebûlkirin û keda gihana çareseriyeke siyasî li gor biryara Navdewletî 2254 beravêtî dike .
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî