Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê îro çarşembê digel Encûmena xwecihî ya parêzgeha Dera’yê di rêya Internetê re civiya, ji bo rewşa dawî ya operasiyona leşkerî ya tund a rêjîma Esed û milîtanên Îranî dijî bajar û bajarokên derdorê pêktînin bişopînin.
Encûmena xwecihî ya Dera’yê doh ragihand ko bajar û bajarokê Elyadûde û Elnueyme, Um Elmeyadin, Rêka Elsed û Elmuxeyem herêmine bobelatkirî ne, bi sedema bombebarana bêserûber ya ji destpêka heyva cehzerdana nuha de berdewam e.
Serokê Hevbendiyê Riyad Sêf ji Encûmena xwecihî daxwaz kir ko daxwazên xwe û pêdiviyên giring bêjin tako di nêzîktirîn dem de ji wan re pêkbînin, ji ber ko rewşa mirovî li parêzgehê pir aloz e.
Serokê Hevbendiyê li ser giringiya belgehkirina tawankariyên rêjîm û milîtanên wê dikin axivî, her weha li ser belgehkirina çekên ko rêjîm û hevalbendên wê di bombebarana sivîlan de bi kar tînin, ji bo li pêşberî civaka navdewletî rêjîm bête pirotesto kirin.
Parêzer Elî Elselxedî serokê Encûmena xwecihî ya Dera’yê; got ko temenê êrîşê bêtir ji 60 rojan e, û bal kêşand ser ko rêjîmê çekên qedexekirî li ser asta navdewletî bikar anîne, diyar kir ko piraniya jêrxan û avahiyên niştecihkirî bi sedema êrîşa berdewam ya firokên Esed û yên Rûsya wêran bûne.
Elselxedî destnîşan kir ko Rêjîm û hevalbendên wê bombeyên napalma sotandinê û mûşekên Elfîl û bermîlên teqîner bikar anîne, û tevlî “piştgiriya kêm jî, lê şoreşger xweragir in.”
Baldêrî da ser ko li dora 20hezar kes ji niştecihên Dera’yê li navbera Darên zeytûnan li ser sînorê Urdunê belavbûyîne, tev wisa jî milîtanên mezhebî wan amanc dikin.
Elselxedî diyar kir ko rewşa mirovî pir xerab e û herêm di rewşeke aloz re derbas dibe, û got ko bombebaranê nexweşxana meydanî û her weha nexweşxana Elcîze û Elnueuma wêtran kirine, û çareseriya bijîşkî ji birîndaran re kêm e.
Ji hêla xwe ve Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm pesnê xweragiriya afsaneyî ya şoreşgerên Der’ayê ya li himber hovîtiya rêjîmê û milîtanên wê da, û piştgiriya Hevbendiya Niştimanî ya tekûz ji şoreşgeran re tekez kir.
Elhekîm di civînê de got “hêviya me ew e, wek ko Der’a destpêka şoreşê bû, bi piştevaniya xwedayê mezin û sûrbûna şoreşgeran wê jêdera serkeftinê be jî.”
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko dê nameyên encûmena xwecihî û derdê xelkê bigehîne civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî û Komkara Erebî û hemû rêkxistinên bi mafên mirovan ve têkildar û şandyarê navnetewî Dî Mistora, ji bo tawankariyên rêjîmê û milîtanên wê û têwerdana Rûsya ya aşkere di kuştina miletê Sûrî de xuya bikin.
Ji hêla xwe ve endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî Iqab Yihya tirsa xwe ji dubarekirina sînaroyaya Helebê li Der’a diyar kir, û daxwaz kir ko yekîtiya xwe xurt bikin û sûdeyê ji dersên berê yên herêmên din li Sûriyê bigirin, ji bo bobelata Helebê li Der’a dubare nebe.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî