Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, roja çarşemê 14-6-2017an li bajarê Qamişlo, û bi amadebûna endam û alîgirên ENKS û partiyê wê, şêstemîn salvegera damezrandina yekmîn partiya Kurdî li Sûriyê vejand.
Gotina ENKS ji hêla endamê emîndariya giştî Ebdulsemed Xelef Biro hat pêşkêşkirin, û têde ev helkefta giranbuha li gelê kurd pîroz kir.
Xelef Biro li ser rewşa damezrandina partiyê di salên 50 û 60 û 70yan de ji sedsala bûrî axifî, û ronî da ser qunaxên giring yên tevgera siyasî li Sûriyê .
Ji layê xwe ve Mihemed Se’îd Wadî endamê komîta navendî ya Partî Dîmuqratî Kurdistanî- Sûriya PDKS, gotina partiya xwe pêşkêşkir.
Wadî di gotina PDKSê de li ser qunaxên giring ji dîroka tevgera siyasî axifî û got : ” di qunaxên li pey hev û dirêj de tevgera siyasî rastî gelek astengiyan di dema desthilata rêjîma be’is de hat, lê tu carî di zehmetiyên wek yên nuha tê re derbas dibe derbas nebûye, ji ber ku Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD bi xurtî hewl dide jiyana siyasî ya Kurdî li Sûriyê bi dawî bike“.
Tê zanîn ku di 14/6/ 1957 de yekemîn rêxstina siyasî kurdî li Sûriyê hat demezrandin, û piraniya partiyên kurdî yên Sûriyê xwe dibînin şaxek yan jî berdewamî ji wê rêxistina yekemîn re.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Raghandinê ya Hevbendiyê