Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kir ku gurkirina vê dawiyê ji aliyê milîsên Îranê ve li Sûriyê, bi armanckirina deverên li bakurê Sûriyê, di nav de gundewarê Idlibê yê bakur, rêbaza Îranê ya têkbirina ewlehî û aramiyê li Sûriyê û deverê bi giştî diçespîne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku gurkirina vê dawiyê ji hêla milîsên Îranê ve li Sûriyê tekez dike ku deverên di bin kontirola rijêmê de xakeke guncav e ji milîsên xwedî girêdanên terroristî re, yên ku di rêya wan re binpêkirin û çalakiyên teroristî cîbicî dibin, û piroseya siyasî li Sûriyê têk dibin, û bi awayekî rasterast jiyana sivîlan dixin bin gefê, û derdeseriyên gelê Sûriyê li tevaya Sûriyê zêde dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de got ku bêhelwestiya navdewletî û nedayîna giringiya tê xwestin ji dosyaya Sûriyê re ji aliyê civaka navdewletî ve, dosya Sûriyê aloz kir, û rê li ber rijêma Esed vekir ku gefa Îranê bîne Sûriyê, û milîsên Îranî xurt bike, ta ku pêkanîna binpêkirinên dighêjin asta tawanên cengê û tawanên li dijî mirovahiyê dermafê sûriyan li curbecur deverên Sûriyê berdewam bikin.
Û daxwiyaniyê bal kişand ser wê yekê ku bikaranîna mûşekên palîstîk ji aliyê milîsên Îranî ve di êrîşên xwe yên vê dawiyê de, gurkirineke tirsnak e, û dijîtiyeke eşkere ye ji yasayên navdewletî re.
Û Hevbendiya Niştimanî ji civaka navdewletî xwest ku bi erkên xwe di parastina aştî û ewlehiya navdewletî de rabe, tevî ya li Sûriyê jî, bi riya rûbirûbûna wan kesên ku aştiya Sûriyê û deverê dixin metirsiyê, û di pêşî de Îran bi rêya milîs û alavên wê yên li deverê re.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî cextî li ser pêwîstiya jinavbirina tevaya astengiyên li pêşiya pêkanîna veguhestina siyasî li Sûriyê kir, di rêya cîbicîkirina tam û vebir ji biryara Encumena Ewlekariyê ya hejmar 2254 re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî