Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî daxwiyaniyek derxist, bi boneya bîranîna komkujiya ku rêjîma Esed dermafê xwepêşenderên aştiyane li bajarê Hemayê, di 3 hezîrana 2011an de, di îna ku navê “Îna Zarokên Azadiyê” lêkiribûn pêkaniye.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku yên ji wê komkujiya rizgar bûne, bûne dîdevanên wan bûyeran, û got ku dîtina wan dîdevanan û rapor û wêne û vîdyo, tekez dikin ku bi dehan kes li meydana Elasî li bajarê Hemayê li ser destê rêjîma Esed û Şebîhên wê şehîd ketin, hêzên ku bi rengekî yekser û bi guleyên zindî xwepêşender armanc kirin.
Û Hevbendiya Niştimanî amaje kir ku derketina xelkê Hemayê di wê rojê de ji rejîmê re surprîzek tirsnak bû, jiber texmîn kiribû ku tewanên xwe dermafê bajêr berî 30 salî û kuştina bi deh hezaran ji nişteciyên wê û rûxandina temamê taxan; dê bihêle ku ew tevlî şoreşa azadiyê nebin.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku mafê gel bi bûrîna demê re namire, û bê guman dê darzinana daddar ji her kesê ku xwîn rijandiye re bibe, û got ku hîn pir erk û berpirsyarî li pêşiya me hene.
Û baweriya xwe anî ziman û got ku maf di ser hertiştî re ye, û armanc û mafên gelê Sûriyê dê cîbicî bibin, û hêviyên wî rewa ne, û briyarên navdewletî pê hene.
Û ji civaka navdewletî daxwaz kir ku xwe berpirsyar bibîne, û asta herî kêm ji berpirsyariyê, veguhestina wan biryaran bo warê cîbicîkirinê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî