Tora Sûrî ya Mafên Mirova di raporeke xwe ya taybet bi binpêkirinên mafên zarokan li Sûriyê, ji destpêka şoreşa Sûriyê di adara 2011an de ta hezêrana 2020an, kuştina 29296 zarokên li ser destê aliyên serke û çalak li Sûriyê hatine kuştin belge kiriye, di nav de 179 kes ji wan di bin îşkenceyê de canê xwe jidest dane.
Û Tora Mafnasî di rapora xwe de, eşkere kir ku hêzên rêjîmê û Milîsên Îranî ji destpêka birêketina şoreşa Sûriyê di adara 2011an de ta hezêrana 2020an, ne kêmtir ji 22853 zarokan kuştine, û hêzên rûsî bûne sedema kuştina 2005 zarokan, û rêxistina Daiêş di ber kuştina 956 zarokan de berpisyar e.
Û Tora Mafnasî diyar kir ku Milîsên PYDê di ber kuştina 223 zarokan de berpisyar bûn, û Heyit Tehrîr Elşam di ber kuştina 66 zarokan, û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî di ber 924zarokî de berpisyar in, û 2269 zarok li ser destê aliyin çekdar hatin kuştin.
Û raporê anî ziman ku ne kêmtir ji 4816 zarokan hîn girtî ne, û bi kotekî li ser destê aliyên sereke û çalak li Sûriyê bêserûşûn in, jê 3561 li ba rêjîmê ne, 319 li cem Daiêşê ne, 13 zarok li ba rêxistinên îslamî yên tundrew in, û 13 li ba Heyit Tehrîr Elşam in, û 602 li ba PYDê ne, û 321 ji hêla aliyin çekdar ve bêserûşûn bûne.
Û Tora Mafnasî di raporê de kuştina 179 zarokan bi sedema îşkenceya li ser destê aliyên çalak ji adara 2011an de heya hizêrana 2020an tekez kir, jê 173 li ser destê rêjîmê hatine kuştin, û 1 li ser destê Daişê, 1 li ser destê rêxistinên îslamî yên tund, û 1 li ser destê Heyet Tehrîr Elşam, û 1 li ser destê Milîsên PYDe, û 3ê jî li ser destê aliyin çekdar hatine kuştin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî