Bi dehan kes ji derbider û koçberên li bajarê Elbab bicî bûne, duh piştî nimêja înê, bi xwepêşindaneke mezin derketin û daxwaza vegerîna derbideran bo gund û bajarên xwe kirin, û daxwaza rizgarkirina girtiyên di girtîgehên rêjîmê de kirin.
Û çalakvanan anîn ziman ku derdora 500 kesî bi xwepêşendanekî li bajarê Elbab rojhilatî Helebê rabûn, û xwepêşindan di bin navê “vegera sivîlan û rûxandina rêjîmê” lidar ket, û daxwaza sizedana rêjîmê û serbestberdana girtiyên di zîndanên rêjîmê de kirin.
Û xwepêşenderan hin durişm hidabûn li ser hin tabloyan hatibû nivîsîn: “ew şoreş şoreşa gel e û dê berdewam bike ta rûxandina rêjîmê”, “em bêyî vegera koçberan bo deverên xwe razî nabin”, “gel rûxandina rêjîma Esed ya tewanbar dixwaze”.
Û xwepêşenderan tekezî li ser pêgirtina mafê vegera deverên xwe kirin,û cextî li ser pêkanîna armancên ku cemawerê şoreşger di sala 2011an de derketî kolana û di pêşî de rûxandina rêjîmê kirin, û xwapêşender ji koçberên hemû parêzgehên Sûriyê beşdar bûn.
Tê zanîn ku di 25 heyva borî de bi sedan kes li ser riya herdû bajarokê Sermîn û Idlib û bi xwepêşindaneke di bin silogana “lehiya vegerê” derketin, û tê de daxwaza vegera derbideran bo gund û bajarokên xwe kirin, û tekezî li ser pêkanîna armanc û xwastekên şoreşê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî