Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê roja înê civînek bi rêka Internet digel Encûmena Parêzgeha Qunêtira ya azad lidar xist, û dawîtirîn rewşa siyasî û meydanî gengeşe kirin.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm tekez kir ko “Qunêtira keleha xweragiriya rastîne li himber rêjîm û Israîlê ”, û ji wan re got ko Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşger “we di cengê de bi tenê nahêle”.
Got: “em bi rêz hurmet li ber xweragiriya xelkên me li Qunêtira radiwestin, xebatên mîna ya wê kêm hene, û ew ji parêzgehên ku gelek caran zora hêzên rêjîmê biriye”.
Emîndarê giştî got dê Hevbendî ”digel birayên me yên Dera bizavê bike ji bo hûn rêzên xwe bikin yek û emê peywendiyan digel hemû dewletanên kartêker berdewam bikin da li kêleka birayên me yên Qunêtira rawestin.”
Nûnerên Encûmenê destnîşan kirin ko ew bi agirbestê re ne, bi mercê ko li ser tevaya xaka Sûriyê pêk were, û gotin ko ew “bi yekîtiya xaka Sûriyê pabend in” û red dikin ku “rêjîm peymanan delîve bibîne û hêza xwe li cihên din pirtir bike”.
Û daxwaz kirin ko “girtî bêne berdan û pirinsîbên şoreşê bêne parastin, tevlî rûxandina rêjîmê”.
Nûnerên Encûmenê diyar kirin ko herêm ji hemî alîkariyan bêpar e, û heyberên xwarin û tendiristiyê pir kêm in, û bal kêşandin ser ku “Israyîl jî li gel rîjîmê beşdariyê di dorpêçkirina parêzgehê de dike”
Nûnerên encûmena Qunêtira daxwaz kirin ko alîkariyên xwarinê pir bilez derbas bibin, û diyar kirin ko ” ji çar salan ve speteke xwarinê tenê jî nehatiye dan” û jêrxaneya herêmê “di rewşake pir xerab de ye”.
Û tekez kirin ko ew amade ne ligel alayên başûr kar bikin ji bo “serkeftina şoreşa Sûriyê misoger bikin”, û gotin :“ em parek ji Sûriyê ne, û amanca me dewleteke sivîl e, ya dadmendî û hevwelatîbûn têde serdest be ”, û gotin ku “Hevbendiya Niştimanî sîwana siyasî ya me tevan e”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî