Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, û Cîgira Serok Ruba Hebûş di worşopeke siyasî ya pisporî de li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê beşdar bûn, û workşop ji aliyê Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li dar ket, û çalakî li ser kartêkerkirina rola jinê di pirosesa siyasî de bû, û worşop di nav çalakiyên pirojeya civaka xwecihî di pirosesa siyasî û destûrî de hat.
Û di workşopê de hejmarek ji çalakvan û rayedarên jin ên li deverên rizgarkirî li herdû gundewarên Heleba bakur û rojhilat beşdar bûn, û amadebûyan ketwarê pişkdariya siyasî ya jinê di laşên opozisyonê yên fermî de û astengiyên vê pişikdariyê û pêşketina jinê bi dirêjiya şoreşa sûrî gengeşe kirn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî got ku hevbendî guh dide piştgiriya jinê, û misogerkirina beşdariya wê di tevaya aliyên jiyana civakî û siyasî de, û ku divê rola wê bi awayekî tam bistîne, û li ser amadekariyên bo qonaxa dahatî bi beşdariya jina sûrî di karê siyasî û tevaya dozên girêdayî doseya sûriyê û amadekariya bo çareya siyasî û avakirina rêvebiriyeke navendî û desthilat û hukumdariyeke hişmend axivî.
Û tekezî li ser giringiya çakkirina ketwarê jinê li deverên rizgarkirî kir, û bal kişand ser ku Hevbendiya Niştimanî ofîsa jinê li bajarê Ezazê yê gundewarê Helebê bo şopandina karûbarê jinê vekir, her weha misogerkirina beşdariya wê di tevaya çalakiyan de.
Û got ku Ofîsa Jinê dixebite daku pêwendiyên herdemî li gel çalakiyên jinan li deverên rizgarkirî ava bike û hevrêzkariyê li gel wan bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî