Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê digel Destehilata demkî û desteya Erkan ya bi ser wezareta bergiriyê ve li bajarê Xazî Entab a Tirkî îro civiya. Gotûbêj li ser şopandina pêngavên ko lihevkirin li ser wan bi desthilata Tirkiyê re çêbûye û her weha lihevkirinên li ser radestkirina rêbuhêrkên sînorî kirin.
Her weha kar ji bo tekûzkirina pêrabûnên yekkirina hêzên leşkerî , û şêweyê avakirina artêşeke niştimanî ku hemû alayên şoreşê tevlê bibin di bin rêveberiya wezareta berevaniyê di desthilata demkî de hate kirin.
Endamê desteya siyasî Ebdilehed Stêfo tekezî li ser pêngavên erênî yên ko bi sedema hevbeşî û hevtemamkirina di kar de ko her aliyek li gora pisporî û biwarên karê xwe çi desthilat be an alayên leşkerî an jî yên Hevbendiyê bin hatine berhemdan kir.
Stêfo got: ezmûna karê li hindir ji dil e û navtêdanê dike ko vegera ji bo kar li hindir bête kirin, got ko Hevbendî û Desthilat û Desteya Erkan sê bingehên livdana kar in ji bo pirojeyê niştimanî misoger bikin û dest bi operasiyona jinûavakirinê bikin, û bihêlin pêvajoya çareserkirina siyasî li welat li gora biryarên navdewletî û ne di bin sîwana tu kesan de pêk bê.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî