Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Enes Elebde, digel şanda Encûmena Sûrî ya Tirkumanî îro Şembiyê li bargeha Hevbendiyê li Istanbulê civiya, bi amanca naskirina Serpereştiya nû ya Encûmena Tirkumanî ya ko ji kêmî mehekê ve hatiye hilbijartin, û li ser kêşeyên hevbeş gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de pêşveçûnên meydanî û siyasî li gorepana Sûriyê û bi taybetî pêşveçûnên dawî yên Alayên Artêşa Sûrî ya azad çêbûne, li herêmên çiyayê Kurdan û yê Tirkumanan li Gundewarê Laziqiyê hatin gotûbêj kirin.
Elebde di hevdîtinê de tekezî li ser giringiya aktîvkirina karê hevbeş kir, da bi hev re bigihên dîtineke siyasî û alavên kar yên hevbeş di navbera Hevbendî û Encûmenê di qonaxa dahatî de.
Ji aliyê xwe ve serokê Encûmena Sûrî ya Tirkumanî Eymen Boz Oglan, tekezî li ser pabendiya Encûmenê bi pirinsîbên Şoreşê û yekîtiya milet û xaka Sûriyê kir, her wiha tekezî li ser viyana xurt ya Encûmenê ko bi roleke meydanî û siyasî ya kartêker di Şoreşa Sûriyê de rabe kir.
Her wiha herdu aliyan li ser giringiya ko gavên piraktîkî bi pêşve bên avêtin axivîn, ji bo pirojeyê berfirehkirina nûnertiya Tirkumaniyan, da rêjeya nûnerîtiya wan di desteya giştî ya Hevbendiyê de bêtir bibe, ji bo roleke wan ya mezintir di karê şoreşgerî û siyasî de hebe, û ew nûnertî li gor giringiya karê wan di şoreşa Sûriyê de be.
Ev hevdîtin xelekek e di zincîra hevdîtinên wek wê de ko serpereştiya Hevbendiyê digel Encûmena Tirkumanî û pêkhatiyên şoreşgerî û siyasî yên din dike, di çarçova plana Hevbendiyê de, ya nuha ji bo têkiliyên siyasî û xweşkirina peywendiyan di navbera hemû pêkhatiyan de dibe.
Jêder: Hevbendî