Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê îro înê civînek bi serpereştên encûmena xwecihî ya taxa Elwe’r û Qabûn di rêya Internetê re lidar xist, herdu aliyan rewşa meydanî ya derbiderên ko ji herêmên xwe ber bi gundewarê Idlib û Helebê ve derketine pêşdîtin kirin.
Û xelkên Qabûn û taxa Elwe’r di operasiyona koçkirina neçar ya ko rêjîmê vê dawiyê bikar anîbû, piştî operasiyonin leşkerî yên mezin ku hemû cûreyên çekan li dijî sivîl û cihên wan bikar anîn, ber bi bakurê Sûriyê ve derbider bibûn.
Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm tekezî li ser sûdegirtinê ji karînên Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê yên hene kir “ta ku ev qonaxa tengav ya ku derbider dibînin derbas bibe û bigihên amanca xwe û fişar li ser wan kêm bibe “
Elhekîm daxwaza wergirtina sûdê ji karînên penaberan û ji pisporiya wan ya zanistî û pîşesazî û ya di hemî waran de kir. Û got giring e alîkarî ji şareza û zanayên di nav Hevbendiya Niştimanî û rêkxistinên navdewletî de bête kirin, ji bo sivikkirina derdên penaberan.
Elhekîm baldêrî da ser giringiya danîna planeke tekûzkirî ji bo avakirina hêzeke aborî di dema niha de, bi rêya dahatî û karînên ku li cem derbideran hene, ji bo bidawîkirina vê qonaxa dijwar ya ko derbider û sivîlên herêmên rizgarkirî têre derbas dibin.
Û razgirê desteya siyasî Mihemed Yihya Mektebî tekez kir ko miletê Sûrî rastî kirêttirîn tawankariyan bi destê rêjîma Esed û hevalbendên wê hat û got: “şerê miletê Sûrî ne tenê bi çek û wêranî û koçberkirina ji mal û milkên wî hat kirin, lê belê şerê wî bi kêşeyên tendiristî û xwarinê jî hatiye kirin. ”
Serokê encûmena xwecihî ya taxa Qabûn zehmetiyên ku sivîlên li bajarê Idlibê dibînin û tawankariyên di derheqê wan de ji hêla rêjîmê ve dibin şirove kirin.
Civîngeran li ser xurtkirina peywendiyê bi kesên koçbarkirî re lihev kirin, her weha gihandina nameyên wan bo dewletên hevalên miletê Sûrî û Netewên Yekbûyî û rêkxistinên navdewletî, û peywendiyê bi desthilata Sûrî ya demkî re bikin tako pêdiviyên derbideran pêk bîne.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî