Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dijminkariya îsraîla Dagîrker li ser bajar û kampa Cenîn li Filestînê ya ku bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek ji kesan û koçberkirina bihezaran û wêrankirina jêrxaniya kampê ji ber êrîşên ku du rojan li ser kampê berdewam kirine, şermezar kir.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de got ku têkliya ku herdû gelan, yê Sûrî û yê Filestînî, bi hev ve girê dide biratî ye, û derdeseriyên wan mîna hev in, ji ber hebûna hêzên dagîrker ên ku bi awayekî berdewam tundiyê dermafê bêgunehan bikar tînin, û armancên wan jî yek in, ew jî bidestxistina azadî û serxerbûn û rizgarbûna ji stemkarî û dagîrkeriyê û jiyana bi aştî û azadî û rûmet e.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de cextî li ser pêwîstiya tevgerekê ji hêla civaka navdewletî ve ji bo rawestandina dijminkariyên dubare ji aliyê hêzên dagîrker ve, herweha li ser hewlên rasteqîntir bo belavkirina aştiyê û rawestandina tundiyê li seranserê cîhanê nemaze li Sûriya û Filestînê, kir.
Tê zanîn ku artêşa Îsraîla dagîrker, berbanga roja duşemê, êrîşî bajarê Cenînê kiribû, û di wê êrîşê de 12 kes şehîd ketin, 3 jê zarok bûn, û hejmara birîndaran bêtir ji 100 kesî bû, û Heyva Sor a Filistînê ragihand ku 117 Filistînî birîndar bûne, û 12 kesên ku jiyana wan di metirsiyê de ye di nav wan de hene.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî