Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî şermezarkirina xwe ji kiryarên dijminkarî yên ku dagîrkeriya Israîlî di riya bombebarana hovane re li devera Gezeyê ya Filistînê pê radibe anî ziman.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de bal kişand ser ku gelê Sûriyê bi tevayî li kêleka birayên xwe yên Felestînî yên bêçek radiweste, û cext kir ku derdeseriyên gelan ên ji destê hêzên zordar û sitem û dagîrkeriyê yek in, û divê xweragirî û têkoşîn ji bo gihiştina armancên bilind yên serkeftin, azadî û serxwebûnê berdewam bin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Tawanên dubare ji hêla dagirkeriya Îsraîlî ve, vîna rizgarî û serxwebûnê li bal gelê Filistînê yê ku bi dehên salan bi dagirkeriyê re rû bi rû dibe naşikê.
Û Hevbendiya Niştimanî sersaxiya malbatên şehîdan kir, û ji Xwedayê mezin daxwaza parastina Filistînê û gelê wê kir, û ji civaka navdewletî daxwaza kar bo rawestandina rasterast ya vê dijminkariyê û dubarenebûna kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî