Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, êrîşkirina ser balyozxaneya dewleta Qeterê ya bira û wêrankirina wê ji aliyê hêzên çekdar yên ne fermî ve li paytexta Sûdanê Elxertûm şermezar kir, û dît ku ev binpêkirin e ji rêzik û yasayên navdewletî yên girêdayî rêzlêgirtin û parastina kesên diplomasî û baregehan û malûmilkên nûnergehên diplomasî re.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke rojnamevanî de got ku dewleta Qeterê ya bira dewletek xwedî helwestên rûmetdar e û piştgiriya mafan dike, û ew serpereştî û daxwaza aştiya herêmî û cîhanî dike, û em çi dijminkariya li dijî serwerî û malûmilkên wê red dikin.
Û Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji dewleta Qeter a bira re hember tiştên ku dijî balyozxaneya wê pêk hatiye anî ziman, di heman demê de bang li aliyên nakok ên li Sûdanê kir ku pabendiyê bi aramiyê bikin, da ku bighêjin çareseriyeke dadmend a ku gelê Sûdanê yê bira ji encamên şer û tundiyê dûr bixîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî