Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, daxwiyaniyek bi boneya bîranîna pêncemîn ya dijminkariya Rûsî li ser Sûriyê derxist, û tê de tekez kir ku Rûsiy ji destpêka şoreşa gelê Sûriyê de, li kêleka rijêma tewankar bû, dijî hêviyên Sûriyan di azadî û rûmetê de.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Rûsiya li ser veşartina tewan û komkujiyên rijêmê di Encûmena Ewlekariyê de di riya 16 vetoyên li dû hev kar kir, û Rûsiya piştgiriya desttêwerdana Îranê bi hemû milêsên wê yên mezhebî kir.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku dema herdû rijêmên Sûriya û Îranê di şikandina şoreşa gelê Sûrî de biser neketin, û rijêm gihîştiye kenara rûxandinê, Rûsiya mecbûr bû ku bi tevaya hêzên xwe yên leşkerî di 30 îlona 2015an de derbasî Sûriyê bibe, daku qonaxeke nû ji tewanên Rûsî dijî Sûriyê û xelkê wê dest pê bike, û welatê me bike zevîya taqîkirina çekên Rûsî, û bêhtir ji 65 cûreyên çekan li ser gelê Sûrî wek yekemîn car hatin bikaranîn û Rûsiya şanaziyê bi vê yekê dike.
Û Hevbendiya Niştimanî got ku tevî anîna Rûsiya ji çekên herî giran re ser xaka me, û bikaranîna wê ji cûrbecûr çek û bombeyên valahiyê û yên hejandinê û balefiran re, û di riya wan çekan re welatê me kir pêşangeha çekan û meydana rahênanên zindî, û tevî hemû komkujî û tewanên cengê û tewanên dijî mirovahiyê yên pêkanîne, û tevî amadebûna wê ji berdewamkirinê re, da hîn bêhtir tewanên mezin pêkbîne, lê ew îro gihîşte rêyeke girtî û dawîyeke bêçare ji pirojeya ku xwe spartiye ser diktator û xwena karîna rûxandina gelê Sûrî.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ku piştî armanckirina bajar û gundewaran yek li pey yekî, êrîşên ku bûne sedema pêlên berfireh ji koçberiyê û daqurtandina deverên rizgarkirî bi awayekî rêbazkirî, Sala wê ya dawiyê hat yaku dê bibe dawiya vê sergermiya bêhişî, daku ev sal vebir be di çespandina nîşanên sernekeftina Rûsî li ser asta leşkerî tevî bikaranîna siyaseta zemîna sotandî.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniya xwe de tekez kir ku gelê Sûrî di rêya cenga rizgariyê yaku bi tevaya şêweyên siyasî û sivîl û meydanî pê radibe, û bi piştgiriya hevalbendên wê ku destêwerdana Rûsî bighîne dîwarekî girtî berdewam e, û her tiştê ku Rûsiya ji rijêmê re pêşkêş kiriye, çi li ser asta tewanan an piştgiriya leşkerî an piştgiriya diplomasî be bidawî hat.
Û cext kir ku ti rê îro tune ne ji bilî riya çareya siyasî li gorî biryara 2254 tevî Desteya Hukimdariya Veguhêz ya bi tevaya desthilatan.
Her weha cext kir ku rêya lêpirsîn û şopandina tewnbarên cengê dê ne dûr be, û dê cezayê daddar bighîne her yekî tewan dermafê gelê Sûrî pêkanêne, û Sûrî û çalakvan û mafnasên rûmetdar li seranserê cîhanê dê berdewam bin di peyketina berpisyarên tewanên hatine kirin daku cezayê xwe yê rewa bistînin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî daxwazê ji civaka navdewletî dike, ku berpisyariyê hilgire, û kar li ser dîtina mîkanîzmin guncaw ji bo astengiya Rûsî li Sûriyê rawestîne, û xebatê ji bo tevgereke bêhtir çalak bike, ji bo hîn zêdetir xwîn neyê rijandin, û tekerê pirosesa siyasî bi awayekî yekser pêşde here.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî