Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, D. Nesir Elherîrî, civînek ji dûrve li gel Cîgirê Nûnerê Norwêcê yê herdem li bal Netewên Yekbûyî, Oding Kvallheim, û sekretêrê yekemîn û herdem yê swêdî li cem Netewên Yekbûyî Christian Nelson lidar xist, û bi wan re behsa dawîtirîn rewşa meydanî û siyasî li Sûriyê kir, ev kar jî li rex civatên Giştî yên Netewên Yekbûyî ya gera 75an de tê.
Û di hevdîtinê de Hevrêzkarê Ofîsa Têkliyên Derve di Hevbendiya Niştimanî de, Ebdulehed Istêfo, û Endama Desteya Giştî, Dîma Mosa, û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Almaniya Fadil Efa Elrifaî, û Nûnera Hevbendiya Niştimanî li bal Netewên Yekbûyî Meryem Çelebî, û Nûnerê Hevbendiya Niştimanî li Emerîka Qiteybe Idlibî amade bûn.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî sipasîya xwe ji dewletên Ewropî li ser pêşwaziya penaberên Sûrî li ser xaka xwe û têkliya baş li gel wan û li ser helwestên wan di piştgiriya şoreşa Sûriyê de pêşkêş kir, her weha daxwazên gelê Sûrî di pêkanîna azadî û demoqratiyê de, û piştgiriya wan ji doseya lêpirsîna kesên tewanên cengê kirine û nehêlana kesên tevlî tewanan bûne ku ji sizakirinan rizgar bibin.
Û li ser encamên bê hêvî li bal gelê Sûrî piştî salek di ser destpêkirina karên Komîteya Destûrî ya Sûrî re derbasbûye axivî, û daxwaz ji Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê kir ku rolekî bêhtir çalak di rawestandina binpêkirinên rijêma Esed dermafê sivîlan kir, daku biryarên taybet bi Sûriyê û di pêşî de biryara 2254 cîbicî bibin, her weha rêşûnên avakirina baweriyê û serbestberdana girtiyên di zîndanên rijîmê de cîbicî bibin.
Û Elherîrî daxwaza bikaranîna benda Yekîtî ji bo Aştiyê bo şikandina Vetoyê Rûsî kir, û xwest ku danişgeha Sûriyê di Netewên Yekbûyî de radestî Hevbendiya Niştimanî ya sûrî bikin, ji ber ku ew nûnerê rewa yê gelê Sûrî ye.
Û doktor Nesir Elherîrî li ser rewşa giştî li Sûriyê piştî 5 salan di ser destpêkirina dijminkariya Rûsî li ser Sûriyê axivî, û tekez kir ku rijêm hîn xwe dispêre rêbaza leşkerî ya xwîndar bi piştgiriya Rûsiya yaku derdeseriyên sivîlên Sûrî û tirajîdiya wan zêde kirîye.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek li ser ketwarê devera rojhilatê ferêt û tewan û binpêkirinên ku milîsên PYD kirine pêşkêş kir, û tekez kir ku derbarê çi çareseriyên deverê dibin divê bidawîkirina hebûna rêxistina PKK ya terrorist li Sûriyê misoger bike, û pilanên metirsiyê li ser pêşeroja yekîtiya gelê Sûrî û xaka Sûriyê çêdikin têk biçin.
Û Elherîrî li ser rewşa penaberên Sûrî li Îraq û Somal û Yonanistanî axivî, û diyar kir ku penaberên li Yonanistanê tûşî dijminkariyên nijadperestî bûne, yên ku bûne sedema awarebûna bi sedan, û hişt ku hin din ji neçar bibin ku jiyana xwe bikin metirsiyê daku zarokên xwe bighînin deverên ewle.
Û Elherîrî rewşa tenduristî li Sûriyê û karê Hikûmeta Sûrî ya Demkî di rûbirûbûna vîrosa korona de berçav kir, û bal kişand ser sernekeftina rijêmê di vê doseyê de, û zêdebûna pêketiyan bi awayekî mezin li deverên di bin kontirola wê de.
Û Elherîrî girîngî da rewşa mirovahî ya girtiyên Sûrî di zîndana Romiyê ya Libnanî de, û bal kişand ku agahî hene dibêjin ku vîrosa korona bi awayekî mezin di zindanê de belav bûye, û tekez kir ku girtiyên Sûrî bi rengekî kotekî ji ber çalakiyên wan di şoreşa Sûriyê de hatine girtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî