J
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî D. Nesir Elherîrî, yadnameyeke yasayî arasteyî Emîndarê Giştî yê Netewên Yekbûyî Antonio Guterres, û Encûmena Ewlekariyê ya Navdewletî di roja bîranîna pêncemîn ji dijminkariya Rûsî li ser Sûriyê dike.
Û Elherîrî di yadnameyê de tekez kir ku Rûsiya di piştgiriya rijêma Esed de berdewam e, û pêre tevlî pêkanîna bi sedan komkujî bûye, û bi rijêma Esed re malên Sûriyan rûxandin, û bi milyonan Sûrî bûne qurbanî di navbera kuştî û birîndar û girtî û koçber ji sivîlan, bêhtirê wan zarok û jin bûn.
Û bal kişand ku Rûsiya di 5 salan de, nekêmtir ji 178 avahiyên pizîşkî û 264 dibistan û 53 bazar û 96 navendên berevaniya sivîl û 170 mizgeft û kinişt û 5 cîgehên şûnwarî û mûzexan û 261 avahiyên xizmetguzarî û pîşesazî rûxandin.
Û bal kişand ku Rûsiya rijid bû ku rastiyê înkar bike, û li kêlek rijêmê raweste tevî ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî tekez kir ku rayedarên leşkerî yên bilind li bal rijêmê gaza kilor û sarînê dijî sivîlan bikar anîn, û cext kir ku Mosko di binpêkirnên mezin de bi rijêmê re beşdar e, û guh nade biryarên navdewletî û ne jî raporên mafnasî û mirovahî.
Û Elherîrî got ku hemû karekî qedexe di yasaya navdewletî mirovahî û yasaya navdewletî ya mafên mirovan û yasaya navdewletî ya cezayan rijîma Esed û piştgirên wê yên Rûsî û Îranî pêkanîne.
Û got ku rijêma Esed û Rûsiya êrîşin rêbazkirî bi awayekî berfireh pêkanîn, û bi mebest û bi zanyarî êrîş dijî komên sivîlan li Sûriyê kirin, di çarçoveya pilaneke dubare de, ew jî gumanê nahîle ku tewanên cengê û qirkirin û tewanên dijî mirovahiyê ji aliyê wan ve pêk hatine.
Û Elherîrî daxwaza pêşkêşkirina pirojeyên biryaran li hember Rûsiya kir, ji ber ku ew aliyeke di kêşeyê de, her weha daxwaza cîbicîkirina beşê şeşê û movika 3 ji madeya 52yan kir, û kar bi deqa movika 3 ji madeya 27an ji peymana Netewên Yekbûyî bibe, yaku nahêle dewleta wek alî di kêşeyê de ku dengê xwe bide.
Û daxwaza şermezarkirina dijminkariya Rûsîya kir, û pêkanîna rêşûnên piratîkî ji bo rawestandia wê, û rêşûnên çalak yên ku dê bihêlin rijêm û piştgirên wê pabendiyê bi biryarên navdewletî bikin raghînin, her weha rizgarkirina sivîlan li Sûriyê û parastina wan misoger be, û rêşûnên lêpirsînê yên pêwîst biçespînin, daku yên tewanbar ji cezayan rizgar nebin.
Û Elherîrî tekezî li ser pêwîstiya qerbokirina gelê Sûrê kir, ji ber ziyanên ku Rûsiya gihandine wan di warê darayî û derûnî de.
Û xwest ku kar li ser nehêştina nûnertiya rijêmê di dezgehên navdewletî de bibe, ji ber binpêkirinên wê ji pirensîp û peymanên Netewên Yekbûyê re, an bi kêmanî xebat li ser rawestandina rijêma Esed di warê mafê endamtiyê de li gorî madeyên 5 û 6 ji peymanê bibe.
Û cextî li ser pêwîstiya piştgiriya rêya siyasî da bighîne pêkanîna veguhêza siyasî kir, û xwest ku destûrê nedin rijêmê daku carek din nehêle biserkeve, li gel nerîna ku çareya ji kok de ya kêşeya mirovahî li Sûriyê daxwaza gihîştina çareya siyasî ya bi temamî ji daxwiyaniya Cinêvê û biryarên Encûmena Ewlekariyê dike, nemaze 2118 û 2254 û biryarên Civata Giştî û jê 262/67.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî