Hevrêzkarê Girûpa Karûbarên Penaberan ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekûra, ji dewletên Yekîtiya Ewropayê û aliyên navdewletî yên dîtir xwest ku bi çavê siyasî yê teng li dosya penaberên Sûrî nenerin, û tekez kir ku “ewlehî” ne tenê peyveke siyasî ye, lêbelê ew data û rastiyên ku mirov di jiyana xwe ya rojane de dijîn e.
Û Bekûra di daxwiyaniyin taybet de tekez kir ku berdewamiya hewildanên Sûriyên ku xwe tûşî metirsiyên rêyên penaberiyê dikin, nîşan e ku gelek ji wan rijêma Esed wek metirsiyeke rasteqîn dibînin, û ji civaka navdewletî xwest ku ketwarê li ser xakê berçav bigrin, û zehmetiyên ku sivîl rojane tê de dijîn paşguh nekin.
Û Bekûra dît ku daxwaza Qubrisê ji Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji bo Sûriyê weke welatekî ewle bibîne, gelek pirsan derdixe holê derbarê wateya peyva “ewle” û çawaniya cîbicîkirina wê di ketwarê Sûrî de, û got ku pirsgirêka penaberan encam e ne sedem e, û sedema sereke ew e, berdewamiya pêkanîna rijêma Esed ji binpêkirinan û tawanên cengê re û bandora wê ya ziyanker li ser gel û welêt, û cext kir ku çareserkirina kirîza penaberiyê li Sûriyê hewcedarî çareserkirina kirîza siyasî li welêt e, di riya bicîanîna biryara Encumena Ewlekaeiyê 2254 re.
Û Bekûra xwest ku cîhan bi awayekî berfireh li rewşa Sûriyê binêre, li gel liberçavgirtina ewlehiya siyasî û leşkerî û mafên mirovan, û ji dewletên Yekîtiya Ewropayê û aliyên navdewletî yên dîtir xwest ku hevkariyê bikin, ji bo gelê Sûriyê berve pêkanîna çareseriyeke dadane û aştiya berdewam bibe.
Û tekezî li ser pêdiviya ku bi nerîneke berfireh li doza Sûrî bê nerîn, ya ku îro bûye hewcedariyeke pêwîst kir, û got ku divê astengiyên ku rastî sivîlên Sûrî bi awayekî rojane tên paşguh nebin û li ber çavan bên dîtin û çareseriyên cidî û domdar jê re peyda bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî