Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Camûs, hevdîtinên curbecur li gel hejmarek ji sûriyên çalak li ser asta civakî û aborî li bajarê Mêrsînê li dar xistin, di çarçoveya hewldanên Desteyê ji bo parvekirina pêşketinên piroseya siyasî û pêşhatên navdewletî yên derbarê doza Sûrî li gel Sûriyan.
Û di hevdîtina ku Yekîneya Piştgiriya Aramiyê li dar xistiye de, endamê Desteya Danûstandinê Tariq Elkurdî û endamê Desteya Siyasî di Hevbendiya Niştimanî de Cîhad Mir’î û endamê Hevbendiyê Fadî Îbrahîm amade bûn.
Û Serokê Desteyê Bedir Camûs kurteşiroveyek li ser tiştê ku li ser asta siyasî dibin û dawîtirîn hevdîtinên navdewletî li gel nûnerên dewletan pêşkêş kir, û bi awayekî hûrgilî li ser zehmetî û astengiyên ku rasî Desteya Danûstandinê tên di pêkanîna pêşketina piroseya siyasî û bidawîanîna bobelata ku rijêm sedema wê ye axivî.
Û Camûs tekezî li ser pêwîstiya berfirehkirina beşdariya tevaya Sûriyan ji bo vegerandina doza Sûrî li ser maseyên siyasî û yekrêzkirina gelê Sûriyê yên li herdeverê ji bo xizmeta dozê kir, û bal kişand ser ku mana biryara 2254 di nav guhdana navdewletî û herêmî de, karê herî zor ê desteyê ye, di dema kêmbûna guhdana dewletên ereb bi pirsa Sûrî.
Û cextî li ser giringiya yekkirina karînên Sûriyan û bihêzkirina rola wan ji bo dîtina çareseriyeke siyasî ya ku daxwazên gelê Sûriyê li welat û li dîasporayê pêk bîne, û qurbaniyên mezin ên ku Sûriyan ji bo gihîştina dewleta azadî û dadweriyê dane biparêze kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî