Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Hadî El-Behra, nîgeraniya xwe ya kûr derbarê pirsa penaberê rikber ê Sûriyê li Libnanê, Yasîn El’itir nîşan da, ew penaberê ku desthilatên Libnanî dixwazin wî bişînin Sûriyê û bê guman jiyana wî li wê derê dikeve metirsiyê.
El-Behra diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî bi hevkariya yek ji dezgehên mafên mirovan yên Libnanî ku bi malbata wî re di têkiliyê de ye, pêşhatên doseya wî şopandin û çend nameyên fermî ji ofîsa Şanderê Netewên Yekgirtî bo Sûriyê Geir Pedersen û wezaretên derve yên çend welatên dost re şandin, tê de rewşa wî şirove kir.
Û wî her weha got ku Hevbendiya Niştimanî di nameyên xwe de daxwaz kir ku hewldanên baş bi hikûmeta Libnanî re bikin ji bo rawestandina derbiderkirina wî ji bo parastina ewlehiya wî, û wergirtina tedbîrên pêwîst ji bo rawestandina binpêkirinên dubare li dijî penaberan.
El-Behra tekez kir ku ev tedbîra ku rayedarên Libnanî dixwazin bikin, li dijî Peymana Dijî Îşkenceyê ya ku Libnanê pesend kiriye her weha dijî peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên penaberan e.
Jêder: Dezgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî