Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê du deste damezirandin, yek ji bo guhdana karûbarê herêmên dorpêçkirî û koçberan, û ya din taybet e bi girtiyan û kesên windkirî, di civînên desteya giştî ji gera wê ya normal ya 34emîn de ya ko wê roja şembiyê bidawî dibe.
Cîgirê serokê Hevbendiya Niştimanî Ebdulrehman Mistefa got ku hîn jî Netewên Yekbûyî nikare rêjîma Esed û yên piştgiriya wê dikin neçar bike li ser vekirina dorpêçê ji ser herêmên dorpêçkirî ya ko di biryara 2254ê de hatiye, û bêtir got ko “Operasiyonên koçkberirina kotekî hêj ranewestiyane, û gef li xelkên Qelemona rojhilat têne xwarin, ji bo malên xwe berdin beraber ko jiyana wan bête parastin.”
Mistefa bal kişand ser ko endamên desteya giştî ya Hevbendiya Niştimanî pêşinyar kir ko ewê du desteyên niştimanî damezirînin, yek ji bo guhdana karûbarê herêmên dorpêçkirî û kesên koçber bûne, û ya din ji bo karûbarên girtî û windayan. Û destnîşan kir ko karê Hevbendiya Niştimanî di herdu desteyan de dê ji berê berfirehtir be, çimkî berê kar di van doseyan de di hundirê birêveberî û komîtên taybetmend de bû.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Yasir Elferhan tekez kir ko dosya girtiyan dê aktîv bibe û guhdan pê bête kirin, bi rêya dezgeha nû ji bo “fişarê bidin ser rêjîmê tako girtina çalakvanan û kuştina wan di binê zindanên ewlekariyê de û sotandina kelaxên wan dûrî çavên rêkxistinên mafnasiyê yên xwecihî û navdewletî raweste ”
Elferhan yê ko endamê komîta yasayî ye, got ku ev tawankariyên ko yasaya navdewletî û yasaya navdewletî ya mirovî wan pirotesto dike, dê rêjîmê û berpirsiyarên operasiyonên girtin û kuştinê jê bêrî nekin. Bêtir got ku nerizgarbûna ji sizayê û sizakirina kesên destê wan di tawankariyan de heye dê pêşindeya veguhastina siyasî ya tekûz be, ya ko hêviyên Sûriyan pêk tîne.
Endamên desteya giştî dawîtirîn pêşvecûnên meydanî û siyasî û bi taybetî beraberiyên ko têne pêşberî penaberên Sûrî li kampa Ersal li Libnanê gengeşe kirin. Û desteya giştî bi xurtî kirdeyên yekîniyên leşkerî yên bi ser artêşa Libnanî ve û hizbulaha tirorist ya ko 19 kes kirine qurbanî pirotesto kirin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî