Îro Yekşemê 9 tîrmehê emandariya giştî ya Encumana Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS, civata xwe ya normal li bajarê Qamişlo li dar xist, û gelek xalên giring têde kengeşe kirin, bi taybetî rewşa siyasî li seranserê Sûriyê û li deverên Kurdî, li gor ku Fesla Yûsif cîgira serokê ENKS ji malpera Hevbendiyê re da xuyakirin.
Derbarê vexwendina ENKS ji hêla komîta Kongirê Niştimanî yê Kurdistanî KNK ve, Yûsif got:” ji ber ku komîtê ti destpêşxêrî diyar nekir li gor daxwazên ENKS û bi taybetî derbarê serbestberdana girtiyên siyasî ji zindanên PYD, emîndariya giştî ew vexwendin redkir” .
Cîgira serokê ENKS derbarê kongirê çaremîn yê Encumanê nîşan da ku emîndariyê du komît ji bo amadekirina nerîna siyasî û lîsteya rêxistnî destnîşan kir, û ewê di demeke nêz de civateke encumenê li dar bixin da dema kongir destnîşan bikin.
Her wiha Emîndariya giştî ya ENKS biryar da ku ewê simînarên şêwirmendiyê li gel siyasetmedar û çalakvanên serbixwe di demeke nêz de li bajarên Kurdî li dar bixe.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Gevbendiyê