Çekdarên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYDê roja şemiyê 8 tîrmehê endamê xwecihiya Kobanê ya Encumana Niştimanî ya Kurdî, Elî Temî li gundê Til Xezalê girt û bir cihekî ne diyar, li gor ku Xelîl Mistefa endamê Xwecihiya Kobanê ji me re ragihand.
Mistefa tekez kir ku Elî Temî berî demekê ji Tirkiyê vegeriyabû Kobanê û sibeha şemiyê bê sedem hat girtin.
Û Mistefa got ku armanc ji girtina endamên Encumana Niştimanî ya Kurdî tunekirina jiyana siyasî ye li hirêmên Kurdî li Sûriyê.
Tê zanîn ku çekdarên PYDê di dema dawî de bi dehan endem û alîgirên Encumana Niştimanî ya Kurdî girtine.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê