Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hêviyên serkeftinê bo Serokê Emrîka yê nû Joe Biden bi boneya wergirtina wî ji postê serokatiyê re anîn ziman, û hêviyên xwe diyar kirin ku dema wî di desthilatdariyê de aram û geşepêdanî be, û ew çavlirêyên berdewamiya hevkariyê bo doza sûrî ya rewa ne.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke dojnamevanî de got ku demoqrasî û hukimdariya hişmend ya ku gelê Emrîkî û saziyên wî diparêzin, ew e hêviya ku gelê sûrî dixwaze pêk bîne, û bal kişand ser ku divê pêngaveke rasteqîn derbarê pêkanîna pirojeya hukimdariya hişmend û demoqratîk û mafên mirovan li sûriyê bi serpereştiya aliyên navdewletî yên bi mafên mirovan bawer dest pê bike.
Û daxwiyaniya Hevbendiya Niştimanî got ku çênabe hîn bêtir dem winda bibe, ji ber ku her kêliyek li bal penaber û derbideran demeke buha ye, her weha li bal bi hezaran girtiyên di bin gefa mirin û îşkenceyê û hukimên bidarvekirinê yên zordar de.
Û Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ku ew di salên dahatî de hêvîdarên çespandina yasaya navdewletî û parastina sivîlan û piştgiriya têkoşîna gelan in, ya ku rêya azadiyê û hukimê hişmend pêşindeya sereke be.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku ew çavlirêye ku li gel rêvebiriya Serok Biden têkliyeke çalak û erênî û hevkariyeke cidî ava bike, daku pêngavin rasteqîn a ku dighêje çareya siyasî li sûriyê bicî were, û biryara 2254 pêk bîne, û tewanbarên cengê siza bike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî