Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî diyar kir ku ew hûrgiliyên bûyera cihê mixabiniyê ya ji hêla polîsekî ve dijî rojnamevanan li bajarê Babê li gundewarê Helebê pêk hatiye dişopîne, û bal kişand ser ku ew kar li gel Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Wezareta Navxwe dike, ji bo kontirolkirina riftarên polîsan û nehêlana dubarebûna bûyerên mîna vê, yên ku ti peywendiya wê bi şoreşa Sûriyê re nîne, û hêviyên gelê Sûriyê di azadî, rûmet û demokrasiyê de nîşan nade.
Û Hevbendiya Niştimanî di daxwiyaniyeke xwe de îro tekezî li ser pêwîstiya danîna rêşûnên vebir kir, ji bo ku nehêlin çi binpêkirin an destdirêjî dijî çi kesê dîtir bibe, ji ber ku ev kiryar keda hevbeş ya polîs û Wezareta Navxwe beravêtî dikin, ew herdû aliyên ku roleke wan a giring û berçav di têkbirina hewlên rêxistinên terorîstî, yên ku bizava têkbirina ewlekarî û aramiyê li deverên rizgarkirî dikin de heye.
Û Hevbendiya Niştimanî tekezî li ser azadiya rojnemevanî û ragihandinê û azadiya derbirînê kir, bi awayekî ku mafê rojnamevanan misoger bike, û karê wan li deverên rizgarkirî hêsan bike.
Û tekezî li ser piştevaniya xwe ji her cureyên tevgera gelêrî ya aştiyane re ya ku hişyariya gel û dilêşiya wî li ser pêşkêşkirina nimûneyeke serkeftî li deverên rizgarkirî kir, ji ber ku ev xwepêşandanên aştiyane yek ji girîngtirîn destkeftên şoreşa Sûrî ya gewre ne.
Û Hevbendiya Niştimanî piştgiriya xwe ji daxwazên rewa yên pizîşk û kadroyên Sûrî re li bajarê Babê anî ziman, û cextî li ser baweriya xwe ya kûr kir, ku Sûriya ya ku sûrûyên azadîxwaz bendewarê wê ne pêşde naçe, bêyî keda lawên wê û qurbaniyên wan û dilêşiya wan li ser serkeftina welatê wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî