Hevbendiya Niştimanî: ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê got: emê bi Alayên leşkerî yên Şoreşger re bişêwirin û biryarê li ser pêşinyarên Dî Mistora şandyarê navdewletî bo Sûriyê bidin.
Hevbendiyê di daxuyaniyekê de îro got ku gerek Netewên Yekbûyî garantiyên Navdewletî bilez dabîn bike der barê rawestandina bombebaran û amanckirina sivîlan û alîkariyên mirovî bigihên kesên dorpêçkirî , da gotûbêj digel Alayên Leşkerî bi encam û serkeftî bin.
Dî Mistora îro di kongirê Rojnamevanî de li Cinêvê ragihand ko hebûna şervanan li Helebê nayê wateya ko Rêjîm û hevalbendên wî van kirdeyan bikin. û got ku ew amade ye digel endamên “Cebhet Elnesre yên berê” ji Helebê derkeve.
Bal kêand ser ko pêdiviya derketina ji bo dermankirina bijîşkî ji 200 kesan re li Rojhilatê Helebê heye, û got ko ji 23 Eylûla buhûrî de bêtir ji 350 kesan li Rojhilatê Helebê piraniya wan zarok bûn hatine kuştin. Û amanckirina firne û nexweşxanan li Helebê ew pîstirîn tiştê çê bûye ji gava ko dijminkariya Rêjîma Esed li ser miletê Sûrî dest pê kiriye.
Jêder: Hevbendî