Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Salim Elmislit gera meydanî yaku du rojan dirêj kiriye li ser deverên rizgarkirî û têde serdana bajarê Babê û hejmarek ji bajar û bajarokên gundewarê bakurê Helebê kiriye bidawî anî.
Û di vê gerê de hejmarek ji endamên Desteya Siyasî û ya Giştî û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiyê li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn hevaltiya Serokê Hevbendiyê kirin.
Û Elmislit û Şandê pêre erkê sersaxiyê bo malbatên qurbaniyên bombebarana teroristî ya dawîn li bajarê Babê pêşkêş kirin, û li rewşa birîndaran pirsîn, û bi rûsipiyên bajêr e civiyan, û li rewş û daxwaz û giringtirîn dijwarî û astengiyên ku dibin rêgir li pêş çakkirina ketwarê wan yê jiyana rojane guhdarî kirin.
Û Elmislit û Şandê pêre bi serkirdeyên Artêşa Niştimanî ya Sûrî û Polîsên Leşkerî û saziyên xizmetguzariyê û çalakiyên şoreşgerî û komeleyên xwendekaran û sendîkayan re civiyan, û serdana Encûmena êl û Hozên Sûrî kirin.
Û Elmislit pêgirtina Hevbendiya Niştimanî bi pirensîpên şoreşa Sûrî û daxwazên wê ji bo pêkanîna azadî, rûmet û demokrasiyê tekez kir, û hemû gotegotên ku ji aliyê rêjîma Esed ve tên belavkirin red kir, û got ku zincîrek ji derewan heye têde dev davêjin dezgehên siyasî û opozîsyon û gelê Sûriyê yê şoreşger.
Û cext kir ku nabe ti kes nirxdariya qurbaniyên gelê Sûriyê kêm bike, û got ku Hevbendiya Niştimanî hêz û lêvegera xwe ji gelê Sûriyê yê şoreşger werdigire, yê ku hîn jî ji bo bidestxistina daxwazên xwe yên rewa têkoşînê dike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî