Komîteya Partiyan û Şepêlên Siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, serdana baregeha Ixwan El-Muslimîn li bajarê Stanbolê kir, û bi hev re behsa tevaya rewşên meydanî,mirovahî, civakî û siyasî di dosya Sûriyê de, her weha jiyana siyasî di pêşeroja wê de kirin.
Û di civînê de ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve Hevrêzkarê Komîteyê Ebdellah Gedo û Sekretêrê Desteya Siyasî Ebdilmejîd Berekat û endamê Desteya Siyasî Mihemed Yehya Mektebî amade bûn, û ji aliyê Ixwanan ve Çavdêrê Giştî yê Ixwan El-Muslimîn yê Sûriyê Mihemed Hikmet Welîd û nûnerên Ixwana di Hevbendiya Niştimanî de Farûq Teyfûr û Ehmed Seyêd Yosif amade bûn.
Û amadebûyan behsa doza Sûriyê û berztirîn pêşketinên di dosya siyasî de kirin, û herdû aliyan tekezî li ser pêwîstiya xurtkirina karê hevbeş li ser bingeha yekrêziya niştimanî ya Sûrî bi curbecur pêkhat û cihêrengên wê yên olî û netewî û kultûrî kirin, daku bighêjin berdêlekî niştimanî yê ku neberdana desthilatê ji aliyê rijêma Esed ve bidawî bibe, û bingeha dewleteke sivîl bête danîn.
Û herdû aliyan tekez kirin ku ti çareyeke dadmendane bo Sûriyê derveyî biryarên navdewletî yên girêdayî bi karûbarê Sûriyê û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2118 û 2254 tuneye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî