Şandek ji Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî serdana hejmarek ji baregehên Wezaretên Hikûmeta Sûrî ya Demkî û Encumena Xwecihî li bajarê Ezazê li gundewarê Helebê kir, û bi hejmarek ji Wezîr û endamên Encumena Xwecihî di çarçoveya zincîrek ji hevdîtinan de yên ku Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit roja duşema bûrî dest pê kiribû civiya.
Û Şandeyê Hevbendiya Niştimanî ji endamên Desteya Siyasî Ebdilbasit Ebdilletîf û Behcet Eletasî û Mihemed Qedah û Hevrêzkarê Ofîsa Hevbendiya Niştimanî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn pêk hat.
Û di vê serdanê de Wezareta Darayî û Aborî, Wezareta Dadê û Wezareta Perwerde û Xwendina Bilind hatin dîtin.
Û Şandeyê Hevbendiyê bi nûnerê Encumena Xwecihî yê bajarê Ezazê di Hevbendiya Niştimanî de Ibrahîm Dirbale civiya, û bi gerekê li ser ofîsên Encumen rabû, û li karê di wan nivîsgehan de temaşe kir, û endamên Şandeyê li giringtirîn dijwarî û astengiyên ku li pêşiya pêşketina kar û çakkrina kar dibine rêgir guhdarî kir.
Û Piştre Şandeyê Hevbendiyê serdana serkirdayetiya Feyleqa Sêyem di Artêşa Niştimanî ya Sûrî de kir, û bi fermandarê Feyleqê Husam Yasîn re hevdîtinek pêk anî, û tekezî li ser rola giring a Artêşa Niştimanî di parastina ewlehî û aramiya deverên rizgarkirî de kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî