Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di herdû rojên Çarşem û Pêncşemê de civîna xwe ya rolane bi amadebûna Serokê Hevbendiya Niştimanî Salim Elmislit li dar xist, û pêşhatên rewşa meydanî û siyasî gotûbêj kirin, û li raporên ofîs û rêvebirî û komîteyan guhdarî kirin.
Û Serokê Hevbendiya Niştimanî şiroveyek derbarê encamên civîna ku li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li dar xistiye, û Serokê Desteya Danûstandinê ya Sûrî Bedir Cemûs û Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ebdulrehman Mustefa lê amade bûn pêşkêş kir.
Û Elmislit bal kişand ser ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe bo doza Sûriyê û gihiştina çareseriyeke siyasî li ser bingeha biryara 2254 û biryarên navdewletî yên pêwendîdar kir.
Ji aliyê xwe ve cîgirê Serok Ebdilehed Istêfo şiroveyek li ser amadekariyên berdewam bo serdana şandeke Hevbendiya Niştimanî bo Emerîka di heman dema lidarketina civînên dahatî yên Encûmena Giştî ya Netewên Yekbûyî de pêşkêş kir.
Û Cîgirê Serok Ebdulhekîm Beşar behsa beşdarbûn û hevdîtinên xwe li gel Sûriyan û berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê derbarê pêşhatên proseya siyasî kir.
Û Cîgira Serok Rûba Hebûş derbarê amadekariyên Desteya Jinê bo lidarxistina workşopan li gel jinan li bajarên Orfa û Gazî Entabê axivî.
Û Sekreterê Desteya Siyasî Ebdulmejîd Berekat encamên civîna berê berçav kirin, û panorameyek siyasî li ser bûyerên herêmî û navdewletî yên girêdayî dosya Sûriyê û bandora wan li ser wê pêşkêş kir.
Û Ofîsa Sendîka û Yekîtiyên Werzişî, raporek li ser kar û xebatên Desteya Werziş û Ciwanan pêşkêş kir, di heman demê de Ofîsa Revendan şiroveyek li ser encamên civîna li gel serkirdeyên Revenda Sûrî li Emrîka pêşkêş kir.
Û Komîteya Partî û Şepêlên Siyasî encamên civîna xwe ya li gel Tevgera Birayên Misilman pêşkêş kir, piştre Komîteya Sûrî-Tirkî ya Hevbeş û Desteya Niştimanî ya Karûbarên Girtî û Windayan û Ofîsa Karûbarên Penaberan dosya danasîna plana karê xwe pêşkêş kirin.
Ji aliyê xwe ve, Ofîsa Lêkolîn û Belgeyan kaxezek siyasî li ser pêşhatên helwesta Tirkiyê li ser pirsa Sûriyê pêşkêş kir, û pêşniyarên xwe derbarê cîbicîkirina biryara 2642 ya girêdayî bi derbaskirina alîkariyan di riya sînor re pêşkêş kir, û encamên herdû workşopên taybet bi pirograma ewlehiya mirovahî berçav kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî