Emîndarê desteya siyasî di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Ebdilbaset Ebdulletîf, tekez kir ko rêjîma Esed hewl dide belgeyên tawanên xwe yên di 13 salên borî de li dijî girtiyan pêk anîne veşêre.
Ebdulletîf tekez kir ku stratejiyeke zelal ji aliyê rêjîma Esed ve ji bo veşartina nîşanên tawanên ku li dijî girtiyan û kesên bi darê zorê hatine windakirin tê meşandin, nemaze piştî ku hejmarek ji saziyên mafên mirovan ên herêmî û navdewletî karîbûn cihên gorên komî yên ku hêzên rejîmê cenaze tê de binax dikirin piştî ew di bin îşkenceyê de dikuştin destnîşan bikin.
Duh, Sêşemê, Komeleya Girtî û Windayên Zindana Seydnaya, wêneyin satelaytê yên nû belav kirin, ew wêne diyar dikin ku çawa xaka goreke komî li bajarê Qteyfê yê gundewarê Şamê bi erdê re hatiye rastkirin ji bo veşartina nîşanên tawanê.
Goristana ku bi xakê ve hatiye rastkirin, li nêzî navenda fermandariya Firqeya Sêyem a hêzên rejîmê ye, ya bi qasî 45 kîlometreyan dûrî Şamê ji aliyê bakur ve ye.
Wêneyên ku destpêka sala 2023’an hatine kêşan, destnîşan dikin ku xak li wê deverê di dawiya havîna 2022’an de hatiye kolan û rastkirin, û ew kar di dawiya heman salê de bileztir bû û bi yekcarî li dawiya heyva kanûna paşîn a sala 2023’an bi temamî rawestiya.
Li gorî komeleyê, rejîmê di sala 2019an de dîwarekî betonî bi bilindiya du metreyan li dora goristanê ava kiribû, tê texmînkirin ku termên çend hezar girtiyên siyasî yên ku hatine darvekirin an jî di bin îşkenceyê de di navendên binçavkirinê de mirine, li wir hatine veşartin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî