Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Mihemed Yasîn, tekez kir ku gelê Sûriyê hebûna mezhebî ya Îranê û milîsên wê li welêt ret dike, û bal kişand ser ku tiştê ku nişteciyên Hesekê pê rabûne di riya daliqandina wêne û belevokên dijî Îranê û milîsên Hizbullah yên terorîst re perçeyek ji wê retkirinê ye.
Û Yasîn bal kişand ser ku Îran û milîsên Hizbullah yên terorîst dijminên gelê Sûriyê ne, nemaze piştî ku tawanên mezhebî yên herî pîs ji bo piştgiriya Beşar Esed û serkutkirina şoreşa Sûrî pêk anîne.
Û got ku gelê Sûriyê tiştê ku rijêma Îranî û milîsên Hizbullah pê rabûne ji bîr nake, lewra retkirina hebûna Îranê dê raneweste ta tevaya milîsên Îranî bi awayekî tam ji welêt derkevin.
Û alavên ragihandinê yên xwecihî, wêneyên belevokên ku duh sêşemê li ser dîwarên devera ku di bin kontirola hêzên rijêmê de yaku bi navê Çargoşeya Ewlekarî tête naskirin hatibûn daliqandin veguhastin, û têde wêneyên serokê milîsên Hizbullaha Libnanî Hesen Nesirillah li gel nivîsên dijî partiya wî li ser dîwaran hatibûn danîn.
Û Yasîn diyar kir ku Nesrullah bi nerîna tevaya sûriyan tawanbar e, û ew di ber pêkanîna bi hezarên tawanên kuştin û koçberkirina kotekî de berpisyar e, û tekez kir ku ev tewan bi fermanên dewleta Îranê yaku dijminkariya dewletên deverê dike û aramiya wan wêran dike pêk tên.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî