Cîgira Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Dîma Mûsa, got ku girêdana gihandina alîkariyên mirovî ji bo kesên hewcedar li bakurê Sûriyê, bi erêkirina rêjîma Esed, çarenivîs û jiyana jin û mêrên Sûrî li bakurê Sûriyê dixe destê rejîma ku kiryarên wê bûn sedema koçberkirina wan, û hin ji wan di bin dorpêçkirin, birçîkirin, û bombebarankirina wê de jiyane, ji bilî binpêkirinên din ên ji aliyê rijêmê ve dijî wan hatine kirin.
Mûsa îro di daxuyaniyin taybet de, amaje bi wê yekê kir ku Netewên Yekgirtî bi girêdana biryara xwe ya gihandina alîkariyên mirovî bo bakurê Sûriyê bi erêkirina rêjîmê ve, kaxezeke keysjêanînê ya din dixe destê wê de ji bo berdewamiya astengkirina proseya çareseriya siyasî ya ku êş û azarên gelê Sûriyê bi dawî bîne, û ev yek tê wateya girtina çavê xwe ji tawanên ku rijêmê li dijî gelê Sûriyê bi dirêjiya 12 salan pêk anîne, di nav de bikaranîna dorpêçkirin û birçîkirinê weke çekekê li dijî sivîlan, ya ku bi gelek raportên saziyên lêkolînan yên navneteweyî yên serbixwe hatiye piştrastkirin.
Mûsa anî ziman ku biryara Encumena Ewlekariyê ya li ser alîkariyên di riya sînor re, mekanîzmaya herî guncaw bû ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji bimilyonan jin û mêrên Sûriyê re, ji bo kêmkirina derdeseriyên mirovî li Sûriyê, lê Encûmena Ewlekariyê di tîrmeha borî de nikarîbû biryarê nû bike piştî ku Rûsiya Veto dijî projebiryarê bikar anî, ku bû sedema rawestandina biryara alîkariyên Netewên Yekbûyî, di dema nebûna mekanîzmayên navdewletî yên alternatîf ên negirêdayî razîbûna rêjîmê.
Jêder: Ofîs Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî