Hevbendiya Niştimaniya ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dît ku hêjî civaka navdewletî nikariye wan rêkeftinên tên emzekirin bi gerantiya aliyên navdewletî wek Rûsiya li ser rijêma Esed ferz bike.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniyekê de carek din “têkşikestina berdewam di warê ferzkirin û sepandina rêkeftinên agirbestê li ser Rijêmê û palpiştên wê riswa û şermezar kir”, û cext kir li ser binpêkirin û tawanên firokên Rûsiya yên berdewam êrîşan dikin û sîwanek esmanî bo êrîşên Rijêmê dabîn dikin, û berdewam rêkeftin û biryarên navdewletî binpê dikin.
Hêjayê gotinê ye ku gundên navçeya Elhiqaf li gundewarê rojhilatê Siwêda li roja yekşemê (2’ê tîrmehê) ji aliyê firokên Rijêmê hatin bombebarankirin û têde 16 şehîd û bi dehan birîndar ketin, û hin jin jî di nav wan de hebûn, hevdem ligel bombebarankirina navçeya Til Esfer bi bermîlên teqîner bi beşdariya firokên Rûsiya dagîrkar.
Herwiha ku duhî bajarê Der’a û bi taybetî taxa Der’a Elbeled û gund û bajarokên gundewarê wê û bajarokê Elni’îmê bi bermîlên teqîner hatin bombebarankirin, û hevdem ku bajarê Der’a û Elni’îmê û hin taxên gundê Ayib li navçeya Ellicat ji aliyê hêzên Esed bi mûşekan hatin bombebarankirin.
Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe de dît ku sercem ev tawan û êrîşên terorîstî rasterast agirbestê û rêkeftina sivikkirina dijîtiyê û herdu biryarên 2268 û 2254 yên encûmena asayîşê binpê dike“.
Hevbendî daxwazê ji civaka navdewletî kir ku bi erkê xwe rabe li hember van tawanan û hember bikaranîna berdewam ji bermîlên teqîner û napalim û çekên şewtandinê û yên qedexekirî re.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî