Hevrêzkarê ofîsa Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî li deverên rizgarkirî Necîb Rehmûn, tekez kir ku dijminkariya Rûsiya dijî Sûriyê derbasî sala xwe ya heftan bûye, û gelê Sûriyê hîn li ser axa xwe ye û girêdayî şoreşê û mafên xwe ye, û dê weha bimîne ta rijêma Esed ya tawankar bê rûxandin, û hemû dagirker û di serî de hêzên rûsî bên qewitandin.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Elî Îsa, tekez kir ku piştî heft salan ji dijminkariya Rûsiya li ser Sûriya û gelê wê, ne tenê Rûsiya û hemî çekên wê nekarîne çirûska azadiyê ji sîngê sûriyan vemirînin, lê mezinbûna vî gelî û bihêzbûna wî û rijdiya wî li ser rizgarbûna ji teror û sitemkarî û peyrewiyê hat tekezkirin.
Û endamê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Wecîh Cum’a, amaje bi wê yekê kir ku Rûsiya bihezaran komkujî li Sûriyê pêk anîn, û bi dirêjahiya salan biryarên Encumena Ewlekariyê yên ji bo sizakirina rijêma Esed li ser tawanên ku pêk anîne ji kar xistin, û rewaya navdewletî ya ku ji bo parastina gelên perîşan çêbûye piştguh kir, û bal kişand ser ku xemsariya civaka navdewletî bû sedema berdewamiya Rûsiyê di zordariyê de, ji ber ku îro di cenga Okraynya de ye û terora xwe ya navneteweyî careke dî bi kar tîne.
Û Endamê Hevbendiya Niştimanî Eymen Elasmî got ku waneya ku dagîrkerê Rûsî ji gelê Okranya û berî wê ji gelê Sûriyê wergirtiye, tekez dike ku vîna azadiya gelan têk naçe, lêbelê li her cihî dibe yek daku dagirkeran ji holê rake.
Ji aliyê xwe ve, endamê Hevbendiya Niştimanî Basil Elxinêm, amaje bi wê yekê kir ku ji destpêka dijminkariya Rûsiya li Sûriyê ve, rijêma Botîn pabendî bi çi rêkeftineke agirbestê nekiriye, û karê wê tenê piştgiriya êrişên leşkerî yên dijminkarî û astengkirina pirosesa sîyasî ya girêdayî Sûriyê ye.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî